Gokkan: Dewleta tirk bi dîwaran qada bi mayîn diparêzin
Gokkan: Dewleta tirk bi dîwaran qada bi mayîn diparêzin
Gokkan: Dewleta tirk bi dîwaran qada bi mayîn diparêzin
Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan ku li dijî dîwarê şermê yê sînorê Nisêbîn-Qamişlo dest bi rojiya mirinê kir got hikûmemet li vir peyama ‘Em li vir dîwarê şermê înşa dikin, hunê jî binêrin’ didin û got ew dê li dijî polîtîkaya bêîtibariyê rawestin.
Gokkan ku li cihê dîwarê şermê tê lêkirin dest bi grevê kir, da zanîn ku dewleta tirk bi dîwarê şermê qada bi mayîn diparêze. Gokkan diyar kir ku ligel çalakî û rojiya mirinê înşakirina dîwarê şermê didome û got rayedaran hêj daxuyaniyeke fermî bo wê nekiriye.
Gokkan anî ziman ku duh û îro Qeymeqam geriyaye û gotine dê jê re nivîsê bişîne û got tu belgeyeke fermî negiştiye wê.
Gokkan wiha pê de çû: “Qeymeqam got wekê tê gotin dê dîwar ne du metre be û metreyek û 20 santim be. Pirsgirêk ne ku dîwar çend metre be. Pirsgirêk înşakirina dîware.
Bi lêkirina dîwarê şermê peymana Ottowa ya ku Tirkiye jî alîgirê wê ye tê binpêkirin û got dîwar qda bi mayîn diparêze. Çêkirina vî dîwarî sûce. Ez ji rêveberiyên herêmî berpirsyarim. Tu agahdariyek nayê kirin. Serokwezîrê tirk Erdogan ji bo dîwarê li Filîstinê hatiye avakirin got ‘dîwarê şermê’ û liv ir jî peyama ‘Emdê dîwarê şermê Înşa bikin, hunê jî binêrin’ da. Divê sedema înşakirina dîwar bê aşkerakirin.
KESÎ NÊZÎ GOKKAN NAKIN
Şaredara Nisêbînê Gokkan ku şeva xwe li ber dîwarê tê înşakirin derbas kir, kesên tên serdana wê jî desturê nadin nêzê wê bibin.
POLÎTÎKAYA BÊÎTÎBARIYÊ TÊ MEŞANDIN
Gokkan got midûrê midûriyeta polîsan ji bo hevdîtinê hatiye û tiştên ku mirovan biçûk dixîne gotiye û wiha pê de çû: “Ji min re got;Jiber ku tu nebûye namzeta şaredariyê wisa dikî.’ Dîsa heman midûrê 15 roj berê di meşekê de ji min re heman tişt got. Ezê desutê nedim tiştên wisa. Ez tiştek naxwazim. Pêwistiya min jî pê tune.” Li aliyê din xebatkarên şaredariyê ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Gokkan xebata dan rawestandin û berbi sînor ve meşiyan.