Girtiyên ji bo Kobanê deng derxistin rastî lêpirsînê hatin

Girtiyên ji bo Kobanê deng derxistin rastî lêpirsînê hatin

Girtiyên PKK’î yên li Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê ji bo piştgiriya Kobanê li deriyan dane û fîtadine bi hinceta “bûne sedama panîkê” rastî lêpirsinê hatin. 

Ji bo êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê şermezar bikin li bajarên Tirkiye û Kurdistanê di 6-10 Cotmehê de gel daket kolanan, girtiyên PKK’î yên li Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê dimînin jî ji bo piştgiriyê li deriya dan û fîtandin. Girtiyên ku deng derxistin ji aliyê îdareya girtîgehê ve bi hinceta bûne sedama panîkê rastî lêpirsînê hatin. Eger lêpirsîna hatiye vekirin li dijî girtiyan bi encam bibe cezayên qedexekirina ragihandin, qedexeya aktîvîteyên civakî û qedexeya hevdîtina girtî û vekirî dê bidin girtiyan. 

Eger ev cezayên ku beramberî 20-25 mehan tên car din bên dubarekirin vê carê jî dema cezayê heta 3 salan derdikeve.