Girtîgeh li ser pêtên agir e!
Girtîgeh li ser pêtên agir e!
Girtîgeh li ser pêtên agir e!
Zextên li girtiyên siyasî her diçe giran dibin. Ji Wanê 10 girtî hatin sirgunkirin, li girtîgehên Mûş, Wan û Meletiyê jî grevên birçîbûnê hene.
Hat hînbûn, ji Girtîgeha Tîpa F ya Wanê 10 girtiyên siyasî di bin navê sewqê de sirgunî girtîgehên Mûş û Erzîromê hatine kirin. Serokê TUYAD-DER Şaxê Wanê Ahmet Aygun diyar kir ku 9 ji girtiyên mijara gotinê sirgunî Girtîgeha Mûşê, yek jî sirgunî Girtîgeha Erzîromê hatine kirin.
Aygun da xuyakirin ku ji ber pirgirêkên li girtîgehan dibe ku sirgun zêde bibe û anî ziman ku ew pê hesiyane sirgun piştî roja Înê hatiye kirin. Aygun ragihand ku ji girtiyan Hîkmet Gulce sirgunî Girtîgeha Erzîromê, Celal Orge, Cîhan Yaşar, Şerafettîn Demîr, Faysal Erdar, Memdûh Ozdemîr, Ridvan Tûran, Halûk Bor û 2 girtiyên navên wan nehat zanîn sirgunî Girtîgeha Mûşê hatine kirin.
Bi zêdebûna zextên li girtîgehan re girtî dest bi berxwedanê kirin. 13 girtiyên ji doza PKK'ê yên piştî fîrara ji Girtîgeha Çewlikê bi operasyona leşkerî hatibûn girtin û piştre sirgunî Girtîgeha Tîpa F ya Wanê hatibûn kirin, di 29'ê Cotmehê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn. 20 girtiyên ji doza PKK'ê yên li koxûşên din jî, bi armanca destekkirinê, bi dorvegerî dest bi greva birçîbûnê kirin.
Li Girtîgeha Tîpa Me ya Çewlikê, 18 girtiyên ji doza PKK'ê tunel kolandibûn û şeva 24-25'ê Îlonê fîrar kiribûn. Li dû operasyoneke dorfireh 17 ji van roja 26'ê Îlonê hatibûn girtin.
Girtiyên ji doza PAJK û PKK'ê yên li Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê, dan xuyakirin ku bi armanca şermezarkirina zextan ew dest bi greva birçîbûnê ya 2 rojan dikin. Parlamenterê BDP'ê yê Agiriyê Halîl Aksoy û ji parêzerên Buroya Huqûqê ya Sedsalê Mensûr Işik roja Sêşemê çûn Girtîgeha Tîpa E ya Muşê û bi girtiyan re hevdîtin kiribûn. Li gorî agahiyên ji Aksoy û Işik hatin wergirtin, hemû girtiyên siyasî yên li girtîgehan, ji bo bûyerên li girtîgehan tên jiyîn û zextan şermezar bikin ji bo 2 rojan ketine greva birçîbûnê. Hat ragihandin ku girtî ji îro ve dest bi greva birçîbûnê kirine.
Li Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê, ji ber gardiyanan dest danin ser kinc û pirtûkan û xwestin koxûşan bikin du perçe, girtiyên ji doza PAJK'ê roja 28'ê Cotmehê dest bi îsyanê kiribûn. Di encama hevdîtinan de îsyan bi dawî bûbû.
Li Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê jî girtiyên ji doza MKP û TKP/ML roja 29'ê Cotmehê dan xuyakirin ku li dijî pêkanînên kêfî û îşkenceyên psîkolojîk ew dest bi greva birçîbûnê dikin. Girtî, tedawiya bi kelepçe, pêkanînên di dema derxistina hewşê, bicihkirina kamera li wesayîtên rîngê, di bin navê lêgerîna zirav de helwestên biçûkxistina xizmên tên serdanê, şermezar dikin.