Gav bi gav ber bi dewleta polîs ve

Gav bi gav ber bi dewleta polîs ve

"Refoma ewlekariya hundirîn" ku hikûmeta Tirk bi îdîaya bicihanîna "ahengiya azadî û ewlekariyê" vegot, rê li ber fikarên bicihbûna dewleta polîs a li Tirkiyeyê vekir. Hiquqnas Eren Keskîn got, "Rîsk heye ku hemû xwepêşandanên li kolanan weke karekî terorê bên nîşandan."

Daxuyaniyên Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davûtoglû, balê dikşînin ser encamên gengaz ên feraseta nû ya ewlekariyê ya hikûmetê, rê li ber veke. Daxuyaniyên ku sûcê nefretê, gef û kuştinên bêdaraz rewa dikin û şîdeta dewletê jî weke hewldanên pîroz nîşan dide, hatin dayîn.

Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala di dema çalakiyên Kobanê de roja 8'ê Cotmehê ev daxuyanî dabû: "Divê tavilê dev ji vê helwesta li derveyî mejî bê berdan, ji bo kolanan were vekişandin, naxwe wê encamên ku nehatine dîtin rû bidin. Li dijî van wê ya pêwîst bê kirin."

Serokwezîr Ahmet Davûtoglû di 10'ê Cotmehê de li Meletiyê daxuyaniyek da û der barê çar kesên piştî êrîşa li hemberî midûrê emniyeta Çewlikê û ekîba wî hatin înfazkirin, wiha got: "Ev namerd di nava du saetan de hatin dîtin û cezakirin û berdêla tişta ku kirin, dan. Ji niha û pê ve wê kes nefikire ku sûcê li ser vê xakê dike bê bersiv bimîne. Wê hesab were pirsîn."

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan li dû gef, heqaret û gotinên nefretê yên roj bi roj li dû hev anî ziman, nîşan da ku "reforma ewlekariyê" bi kîjan têgihiştinê hatiye amadekirin: "Hikûmet wê tedbîrên îdarî bigire û saziyên me yên din bi berpirsyariya xwe rabin, bi vî rengî kolan wê ji van vandalan bi lezgînî were paqijkirin."

ERKA ÊRÎŞÊ YA BÊ SÎNOR JI POLÎSAN RE TÊ DAYÎN

Di "reforma ewlekariya hundirîn" de bi gotinên xumamî, derfetên berfireh ên êrîşê ji polîsan re tê naskirin. Di guhertina li CMK tê xwestin bê kirin re, "gumana neçarî" tê rakirin û li şûna wê "gumana maqûl" ji bo polîs û saziyên dadgeriyê yên sicîla wan baş nîne, têrke tê dîtin.

Bi guhertina ku erka polîsan zêde dikin re, yên di çalakiyên civakî de xwedî çek, li şûna 6 meh heta 3 sal cezayê heyî de, wê ji 2,5 sal heta 4 salan ceza bên zêdekirin. Molotof jî wê weke çekê bê dîtin.

Li gel vê yekê wê dema binçavkirinê bê dirêjkirin. Bi gotineke din wê 4 saetan bêyî biryara dadgeriyê û piştre jî bi biryara dozgeriyê 42 saetan bên ragirtin.

Davûtoglû di 21'ê Cotmehê de gava pakêt aşkera dikir got, "Yên bi armanca şîdetê rûyê xwe bigire û bixwaze civîn û xwepeşandanê lidar bixin, wê destûr ji wan re neyê dayîn." Lê belê aşkera nekir ku yên li dijî çeka kuştinê ya polîsan gaza îsotê, yên devê xwe bi maskeya tibbî û destmalê bigirin, ceza ye yan na.

Davûtoglû hewl da vê mekanîzmaya nû ya zextê weke "Ahendiya azadî-ewlekariyê. Ne bi hevsengiya her du aliyan, em bi ahengiya mejî nêz dibim" manîpule bike. Davûtoglû qada erka polîsan bi vî rengî kurteber kir: "Em ê tedbîran werbigirin ku rewşa vezelok û bi bandor a Midûriyeta Giştî ya Emniyetê xurtir bikin."

Davûtoglû nuqteya di mijara molotof kokteylê de wiha anî ziman: "Molof amûreke êrîşê ye (...) Em nikarin li hemberî vê bêdeng bin. Nabe ku navê vê azadî be. Di vê mijarê de em ê bi temamî standartê gerdû yên cîhanê û Yekîtiya Ewropayê esas bigirin."

Lê Davûtoglû ev 'standartên gerdûnî' aşkera nekir û got, "Em ê rê nedin vê."

Rêxistinên mafên mirovan jî destnîşan dikin ku sedema bingehîn a zêdebûna bûyerên şîdetê, gotinên rayedarên hikûmetê ye. ÎHD'ê nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên rayedaran da û got, "Serokwezîr di axaftina xwe de behsa zerara li mal û milk hatiye kirin, qet behsa şîdeta dewletê ya li hemberî xwepêşandêran nekiriye û şîdeta dewletê weke hewldaneke pîroz nîşan daye."

Endamê Komîsyona Edaletê ya Meclîsê Parlamenterê HDP'ê Hasîp Kaplan li ser vê mijarê ji ANF'ê re axivî û reforma ewlekariya hundirî şiband Fermana Şark Islahat a di destpêka salên 1900 de hat derxistin. Kaplan got, "Dixwazin maf û azadiyên heyî ji holê rakin. Dixwazin civakeke bêdeng biafirînin."

Alîkara Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn da xuyakirin ku ti eleqeya vê reforma ewlekariyê bi mafên mirovan re nîne û destnîşan kir ku hemû xwepêşandanên li kolanan wê di bin gefê de bin. Keskîn ji Stêrk TV û ANF'ê re peyivî û got, "Rîsk heye ku hemû xwepêşandanên li kolanan weke karekî terorê bên nîşandan."

LI TIRKIYEYÊ DEWLETA POLÎSAN TÊ RÛNIŞTANDIN

Keskîn di nîqaşên li ser reforma ewlekariyê de bal kişand ser pevçûna navbera Kemalîstan û Îslamiyan û got, "Di navbera Kemalîstan û Îslamiyan de hem pevçûneke li ser rêbazê heye, hem jî di navbera wan de ti cudahî nîne. Bi tenê li ser rêveber ve pevçûn tê kirin."

Keskîn guhertinên nû bi gotina "dewleta polîs bêtir dibe sazî û tê rûniştandin" kurteber kir û anî ziman ku bi pakêta nû re hikûmet hewl dide xwe ewle bike.

WÊ BANDOREKE ÇAWA LI PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ BIKE

Keskîn ev gav weke gaveke berevajî pêvajoya aştiyê binav kir û got, "Di rewşeke ku beha pêvajoya aştî û demokrasiyê tê kirin de, anîna tedbîrên ewçend giran ên ewlekariyê ku demokrasiyê ji nedîtî ve tê, dibe sedem ku em niyeta hikûmetê lêpirsîn bikin.

Bandoreke erênî (li pêvajoya çareseriya demokratîk) nake. Li şûna ku di pêvajoya aştiyê de gavên baweriyê dide Kurdan bê avêtin de, gavên berevajî tên avêtin. Li aliyekî dibêjin em ê êdî li demên berê venegerin, lê li aliyê din pêkanîn tê wateya berevajiya van gotinan, dixin meriyetê.

Lê belê tevgera Kurd wê êdî neyê vê lîstikê. Eger bi rastî jî pêvajoyeke aştiyê hebe, divê li gorî wê tevbigerin."