Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Gardiyanan êrîşî girtiyan kirin: 8 girtî birîndar in

Li Girtîgeha Girtî a Tîpa T a Exlatê gardiyanan êrîşî girtiyan kirin û êşkence li wan kirin. 8 girtî birîndar bûn.

Li Girtîgeha Girtî a Tîpa T a Exlatê ya Bedlîsê gardiyanan êrîşî girtiyan kirin. Ji girtiyan 8 kes birîndar bûn. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; 22’yê Tîrmehê di saet 09.00’an de di dema jimartina sibehê de gardiyan çûne kawîşa girtiyan û eşyayên wan belav kirine. Li ser berteknîandana girtiyan gardiyanan êşkence li girtiyan kiriye.

Hate zanîn ku piştî êrîşê gardiyanan cihên girtiyan bi kêran dirandine û zirar dane eşyayên wan. Hate ragihandin nêzîkîsêmehan beriya niha jî heman bûyer qewimiye. Li ser laşên girtiyên rastî êşkenceyê hatine, birînên werm û şînbûnên mezin çêbûne û pîştî êşkenceyê jî ji ber ku li girtiyên ji nexweşxaneyê re hatine sewqkirin, kelepçekirin hatiye ferzkirin  bêyî werin tedawîkirin ew vegerandine.

Malbatên girtiyan bang li baro, rêxistinên hiqûqî û parlamenteran kirin ku seredana girtîgehê bikin.