Forûma Edalet û Azadiyê sibê ye
Forûma Edalet û Azadiyê sibê ye
Forûma Edalet û Azadiyê sibê ye
Koma Xebatê ya Azadî ji Girtiyên Siyasî re bi dirûşma "Heta hemû azad bibin, em hemû girtî ne" li Salona Orhan Apaydin a Baroya Stenbolê forûmê lidar dixe. Forûm dê bi beşdariya ÎHD û ÇHD pêk were û dê sîstema çewt a dadgeriyê ya Tirkiyê ku bûye sedema girtina bi hezaran mirovên siyasî, were nirxandin.
Koma Xebatê ya Azadî ji Girtiyên Siyasî re, ku di bin sîwanê Koordînasyona Forûmên Stenbolê de hat avakirin, bi KOmeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Şaxê Stenbolê re sibê bi mijara edalet û azadiyê "Forûma Stenbolê" lidar dixe.
Forûma bi dirûşma "Heta hemû azad bibin, em hemû girtî ne" tê lidarxistin wê saet di 13:00 de li Salona Orhan Adlî Apaydin a Baroya Stenbolê destpê bike.
Di forûmê de Temel Demîrer wê mijara "Teror çiye, terorîst kiye? Pênaseya sûcê siyasî û sûcdar çiye?", Parêzer Kazim Bayraktar mijara "Rêbazên darizandinê yên awarte; darizandina sûcdarê siyasî", Parêzer Gulîzar Tûncer mijara "Bicihanîna sûcê siyasî; rejîma tecrîdê ya tîpa F", Parêzer Fîkret Îlkîz mijara "Di propaganda de sûc" û nivîskarê rojnameya Radîkalê Îsmaîl Saymaz mijara "Bi çavê rojnamevanan lêpirsîna siyasî" binirxînin.