Fermandar Reşîd Serdar li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî hate bi bîranîn
Fermandar Reşîd Serdar li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî hate bi bîranîn
Fermandar Reşîd Serdar li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî hate bi bîranîn
Endamê konseya leşkerî ya HPG’ê Mehmet can Gurhan binasnav (Reşîd Serdar) Li wargeha penaberan ya şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) bi merasîmek girseyî hate bibîranîn.
Li wargeha penaberan ya Ş.Rustem Cûdî bi munasebeta yekem salvegera ji destdayîna jiyana xwede endamê konseya leşkerî ya HPG’ê Mehmet can Gurhan binas nav Reşîd Serdar îro saet di 8:00 ‘ê sibehê de li saziya malbatên şehîdan ya wargehê merasîmek ya bîranînê hate lidarxistin. Merasîm bi bejdariya sedan şêniyên wargehê bi rêzgirtinê destpêkir.
Di bîranînê de Endamê kordînasyona Meclîsa Gel ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdi ferhat Mêrdîn, liser jiyan û bîranînên fermandarê gerîla Reşîd Serdar axiftin kirin û wiha got: “Hevalê Reşîd bisalane dinava refên gêrîlade bi hemû hêz û fedekariyek xwe ya mezin di gelek şer û pevçûnên dijwarde cihê xwe girt û gelek caran jî birîndar bibû. Fermandar Reşîd di Pêngava Şerê Gelê Şoreşgerî yakû 2012’an di hêrema Şemzînanê hatî destpêkirin, pêşengtiya şer daye liser milê xwe. Fermandar Reşîd Serdar di wî şerî de qehremantiyek mezın nîşan daye û tevlî karwanên nemiran bûye û em di salvegera şehadeta wîde bejna xwe li ber wî û hemû şehîdên tevgera azadiyê ditewînin.
Piştî axaftinên Ferhad Mêrdîn qediyan girseya gel bi duruşmên “Şehîd Namirin”, “Bijî Rêber Apo”, “ Ey Şehîd xwîna li erdê namîne” berz kirin û merasîm bi dawî bû.