Emniyetê li Amedê bi raporê heqaret li gelê Kurd kir
Emniyetê li Amedê bi raporê heqaret li gelê Kurd kir
Emniyetê li Amedê bi raporê heqaret li gelê Kurd kir

Platforma Têkoşînê bi Girêdana Madeyê ya Amedê têkîldarî Rapora Lêkolînê ya Girêdana Madeyên Tîryakê ya Midûriyeta Giştî ya Emniyetê di civîna çapemeniyê li dar xist de, diyar kir ku rapor rastiyan venabêje û heqaret li gelê Amedê dike û wê di warê qanûnî de van îfadeyan bişopînin.
Platforma Têkoşînê bi Girêdana Madeyê ya Amedê têkîldarî Rapora Lêkolînê ya Girêdana Madeyên Tîryakê ya Midûriyeta Giştî ya Emniyetê, li Salona Civînê ya Hejmar 2 ya Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê civîna çapemaniyê li dar xist. Hevparên platformê beşdarî civîna çapemeniyê bûn û daxuyanî jî ji aliyê Sultan Şafak ve hate kirin. Şafak bilêv kir ku wan têkîldarî raporê xwestine xwe bigihînin Serokatiya Daîreya Lijneya Teftîşê ya Midûriyeta Giştî ya Emniyetê yê agahiya ku rapor aîdî wan e yan na nikarin bigirin. Şafak da zanin ku di raporê de Walîtiya Amedê weke çavkanî tê nîşandan û di serî de jin, zarok, ciwan li hemberî ji sedî 50-60 civakê têgehên heqaretê tên bikaranîn. Şafak got ku ew li bendê ne ku Walîtiya Amedê û saziyên têkîldar der barê mijarê de daxuyaniyê bidin heke ne wisa be dê bibin şirîkê daraziya qirêj a li hemberî gelê Amedê. Şafak wiha got: “Xaleke din a balê dikêşe jî di her pêvajoyên muxalefeta civakî bilind dibe de ji bo bertekan bêîtibar bikin nûçeyên bi vî rengî endezyariya civakê dikin tên belavkirin. Ev îfade wekî ji zimanê nivîsê de jî tê dîtin li hemberî gelê Amedê heqaret û biçûkxistinê hedef digire.”
Şafak destnîşan kir ku ev rapora ku tu bingeha wî ya zanistî nîn e xebatên platformê yên ev 4 meh in tên kirin dixwaze vala derxe û ev rapora ku nehatiye derewandin di warê belavbûna bikaranîna tîryakê de agahiyên şaş dike û bikaranîna tîryakî wekî tiştekî normal nîşan dide.
Şafak got ku ew îfadeyên di raporê de derbas dibin şermezar dikin û wê di warê qanûnî de jî bibin şopdarê van îfadeyan.