Emîne Ocak jiyana xwe ji dest da
Ji sembolên Dayikên Şemiyê Emîne Ocak jiyana xwe ji dest da.
Ji sembolên Dayikên Şemiyê Emîne Ocak jiyana xwe ji dest da.
Yek ji sembolên Dayikên Şemiyê Emîne Ocak jiyana xwe ji dest da. Emîne Ocak ji bo aqûbeta kurê xwe Hasan Ocak hîn bibe ku sala 1995'an di binê çavan de hate windakirin û berpirsyar bêne darizandin bi salan têkoşîna edaletê meşand.
Emîne Ocak ku piştî krîza dil mehekê li nexweşxaneyê di beşa lezgîn de dihate dermankirin, jiyana xwe ji dest da. Dayikên Şemiyê li ser hesabê xwe yê dîjîtal mirina Emîne Ocak ragihand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em bi xemgîniyeke mezin radigihînin. Me yek ji dengê herî xurt ê têkoşîna xwe ya edaletê û heqîqetê Emîne Ocak ji dest da ku bi wêrekî, israr û biryardariya xwe dihate naskirin. Agahiyên li ser merasîma cenaze wê piştre bêne ragihandin."