Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

‘Em li ber têkoşîna bi rûmet a Dayika Emîne bi rêzdarî bejna xwe ditewînin’

FEDA û DAKB’ê ji bo Dayika Şemiyê Emîne Ocak peyama sersaxiyê weşand û got, “Em li ber mîrateya têkoşîna bi rûmet a ku Dayika Emîne Ocak ji gelan re hiştî, bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”

FEDA-DAKB

Federasyona Demokratîk a Elewî (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî Yên Demokratîk (DAKB) derbarê Dayika Şemiyê Emîne Ocak a jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Dayika Emîne Ocak xwedî li hemû ewladên li ser vê xakê hatine windakirin, derket û hate destnîşankirin ku jiyana wê li dijî înkar, zext û aqlê dewletê yê desthilatdariya mêr, bû serhildaneke xurt.

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hate gotin: “Ew ne tenê dayika Hasan Ocak; dayika hemû zarokên ku li Cizîr, Lice, Dersim, Pirsûs û Roboksiyê jiyana xwe ji dest dane ye. Êşa her yek ji wan, di dilê xwe de hilgirt.

Wê edalet ne li salonên dadgehê yên bêsûd na; li qadan, kolanan û di dilê mirovahiyê de geriya.

Dema navê her kesekê ku di bin çavan de hatî windakirin dihat bîranîn sebir, bawerî û biryardariya wê xwe nîşan dida.

Em li ber mîrateya têkoşîna bi rûmet a ku Dayika Emîne Ocak ji gelan re hiştî, bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.

Bîranîna wê timî dê di têkoşîna civaka demokratîk a gelê me de bijî.”