‘Eger em zêde bibin em ê aqûbetê hîn bibin’

‘Eger em zêde bibin em ê aqûbetê hîn bibin’

Ji xizmên windayan ku xwe amade dikin cara 500’emîn li qada Şemiyê bên cem hev, Hasan Karakoç û  Îrfan Bîlgîn bang li gelan kirin û gotin: “Eger em zêde bibin em ê aqûbeta xizmên xwe hîn bibin. Deng bidin dengê me."

Komunîst Hasan Ocak ku di 21’ê Adara 1995’an de hate binçavkirin û şûnde malbat û hevalên wî bi dirûşmaya ‘We sax girt, em sax dixwazin’ têkoşîna windayan da destpêkirin û çalakî gihişt hefteya 500'î. Xizmên windayan û parêzvanên mafê mirovan wê cara 500'î li Qada Cumartesiyê ya Galatarasayê bên cem hev.

Çalakger Hasan karakoç û Îrfan Bîlgin ku her hefte rojên Şemiyan saet di 12.00’an di çalakiyan de cih digirin ji ANF’ê re axivîn û bang li hemû gelan kirin ku tevlî çalakiya wan bibin.

‘EZ Ê HEFTEYÊ ROJEKÊ LI WE BIGERIM, GER NEGERIM WER BIZANIN EM MIRIME’

Birayê Hasan Karakoç, Ridvan Karakoç di 20’ê Sibata 1995’an de ji holê winda bû. Ji ber vê bûyerê polîsan bi ser mala Karakoç de girt û dema Ridvan nedîtin, Hasan binçavkirin. Hasan 14 rojan di bin çavan de ma, îşkence dît û dadgehê ew berda. Der barê Ridvan Karakoç de jî biryara girtinê derket. Ridvan Karakoç ê ji ber lêgerîna wî hebû nedihat malê, bi dizî li derve bi malbata xwe re dihat cem hev. Ridvan ji parêzerê xwe re diyar dike ku ‘Ez ê hefteyê carê li we bigerim, ger li we negerim wisa bizanin ez binçavkirî me û kuştî me.”

Malbatê herî dawî di 20’ê Sibata 1995’an de jê agahî girt. Wê rojê li birayê xwe Abdurahman geriya, cil û pere xwest. Birayê wî tiştên ku xwestibû amade kir û çû cihê ku jêre gotibû. Lê Ridvan neçû û negirt. Çend roj şûnde hevalê wî geriya, dengê wî xera bû. Ji bo hevdîtinê randevû da birayê û hevalê xwe. Dema çû wir polîs li wir bû ji wir dûr ket. Carek din agahî jê nehat girtin. malbata wî bedena wî ya bê can di 28’ê Gulanê de dît.

Di wan rojan de malbat û hevalên Ocak ku lê digeriyan, di qeydên Saziya Tipa Edlî de wêneyên Ridvan dîtin û li ser vê dozgeriyê sê meh şûnde agahî da malbatê. Li gorî qeydên Tipa Edlî, cenaze li Daristana Dedeyan a gundê Bozane ya Beykozê ji aliyê gundiyan ve di 26’ê Adarê de hatiye dîtin û teslîmî Saziya Tipa Edlî hatiye kirin. Piştre jî li goristanan bêkesan a Altişehîrê hate definkirin. di 28’ê Gulana 1995’an de agahî dan malbatê. Di 3’ê Hezîranê de malbatê cenaze ji cihên ku hatibû definkirin derxistin û li Taxa Gazî definkirin.

EGER MIROV HÊZÊ BIDIN ME ÊM AQUBETA WAN DERXIN HOLÊ

Birayê Karakoç, Hasan Karakoç ji 1995’an heta niha tevlî çalakiyên Şemiyê dibe. Karakoç diyar kir ku ev 20 sal e ev têkoşîn tê dayîn û wiha got: “Ger mirov deng û hêza xwe bidin em ê aqûbeta wan derxin holê. Em ê sûcdaran bidarizînin. Em li benda piştgiriyê ne."

Karakoç diyar kir ku sala çalakiyê destpê kir yanî di 1995’an de kuştinên kiryar nediyar gelek bûn û wiha berdewam kir: “Wan rojan her roj gelek kes dihatin kuştin. Lê bi çalakiyê me dît ku ev grafîk daket. Dema ez wisa vedigerim li berê dinêrim, ez di alî wijdanê xwe rehet hîs dikim. Ger îro di salê de 200-300 kes nayên windakirin, ev bi saya çalakiya Şemiyê ye. Li Kurdistanê bi taybet mirov bi awayekî sîstematîk dihatin qetilkirin. Agahiya kesî jê tune bû. Me ev rûyê qirêj ê Tirkiyeyê derxist holê. Me ev rûyê qirêj ê dewletê nîşanî cîhanê da. Me rastiya kuştinên kiryar nediyar vegot.”

HIKÛMET NAXWAZE ME FÊM BIKE

Karakoç nêzîkatiya AKP’ê ya li dijî çalakiyên Şemiyê rexne kir û got: “AKP naxwaze me bibîhîze. AKP’ê xwest li ser me hesaban bike. Ew jî bi ser nexist. Erdogan bi me re hevdîtin kir, soz da me. Lê derew kir. Got ev mesele ya min e, lê ne anî cih. Dayika Berfo beyî ku ew soz bê cih, ji vê cîhanê koç kir. Negihişt ewladê xwe. 

10 KESÎ KENAN DI BIN ÇAVAN DE DÎT

Yek ji çalakgerên din jî birayê Kenan Bîlgîn, Îrfan Bîlgîn e. Kenan Bîlgîn di 12’ê Îlonê de li rawestgeha Dîkmen a Enqereyê ji aliyê polîsên sivîl ve hate binçavkirin. Agahî nedan malbatê lê kesekî ku nasnameya xwe aşkera nekir sê caran li Îrfan Bîlgîn digere û dibêje birayê wî bi sê kesan re li Golbaşi tê girtin û di encama îşkenceyên ku dîtiye de rewşa wî gelek xerab e. Di telefona dawî ya 15’ê Mijdara 1994’an de hat de hat gotin ku birayê wî birine cihekî din, lê hemû hewldanên malbatê bê encam man. Malbatê îfadeyên 10 şahidên ku di navbera 12-27’ê Îlonê de li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê di bin çavan de bûn û Kenan Bîlgîn di bin çavan de dîtibûn berhev kirin û ev hewldanên wan jî bê encam man.

Birayê Bîlgîn, Îrfan Bîlgîn wiha got: “Ev 20 sal e em li vê qadê çîroka xwe vedibêjin. Me bang li gelê xwe kir. Dem bi dem me bang li rayedarên dewletê kir.”

DEWLET DÊ XWE NEDARIZÎNE

Bîlgîn da zanîn ku wan êdî baş dîtiye ku dewlet xwe nadarizîne û ew êdî ne li dewletê bang li gelan dikin.

Bîlgîn wiha got: “Ez êdî wek şexs bang li dewletan nakim. Ji ber ku dewletê ev polîtîka pêk anî. Kujerên wan hatin xelatkirin. Wezîrê Karên Hundir ê demê yê berê Mehmet Agar digot; Ger tuxlayek ji dîwar bê kişandin, dê dîwar bi ser me de hilweşe.’ Hêviya min ev e ku di vê hefteya 500’emîn gel bi hestiyar tevbigere û tevlî me bibe. Em ê bi hev re vê tuxleya ku Mehmet Agar digot em ê bikişînin."