DYE, Sefaretxaneyên Awûstûralyayê ji bo guhdarîkirina Asya bikar aniye!
DYE, Sefaretxaneyên Awûstûralyayê ji bo guhdarîkirina Asya bikar aniye!
DYE, Sefaretxaneyên Awûstûralyayê ji bo guhdarîkirina Asya bikar aniye!
Di çarçoveya xebatên sîxuriya global ên DYE de, derket holê ku sefaretxaneyên Awûstûralyayê ji bo guhdarîkirina welatên Asyayê hatine bikaranîn.
Rojnameya Sydney Mornîng, li gorî belgeyên sîxurê berê yê CIA Edward Snowden ragihand ku servîsên sîxuriyê yên Emerîkî bêyî haya Sefaretxaneyên Awûstûralyayê jê hebe, ew ji bo karên xwe yên sîxuriyê bikaranîne.
Rojnameyê diyar kir ku ev karê sîxurî û çavdêrî li Sefaretxaneyên Awûstûralya yên li Bangkok, Cakarta, Hanoî, Pekîn û bajarê Tîmor a Rojhilat Dîlî, nûneriYên komîseriya bilind ên li Kûala Lûmpûr (Malezya) û Port Moresby (Papûa Gîne) pêk hatine.
Hat ragihandin ku ji bo çavdêriyê jî, ji bo wergirtina sînyalên radyoyê, guhdarîkirina li axaftinên bi telefonê û ragihandin bi înternetê, bernameya sîxuriyê ya bi navê "Stateroom" (kamera) hatiye bikaranîn.
Servîsên taybet ên Awûstûralyayê ji xwe di çarçoveya peyaman îstîxbaratî ya bi navê "Five Eyes" (Pênc Çav) de bi pênc welatan re xebatê dimeşîne. Welatên lê peyman di meriyetê de ye; DYE, Îngilîstan, Kanada, Awûstûralya û Zelanda Nû.