Doza 'KCK'ê ya Mêrsînê dîsa hat taloq kirin

Doza 'KCK'ê ya Mêrsînê dîsa hat taloq kirin

2. runiştina doza "KCK"ê ya Mêrsînê ku 58 siyasetmedarên Kurd tên darizandin li 10. Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê hat dîtin. Rûniştina dozê dîsa hat taloq kirin.
Di sala 2012'an de li Mêrsîn û 6 bajarên din di bin navê doza "KCK"ê de 58 siyasetmedar hatibûn girtin û piştre serbest hatibûn berdan. 2. rûniştina doza 58 siyasetmedarên Kurd, li 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê hat dîtin. Di rûniştinê de siyasetmedarên Kurd û malbatên siyasetmedaran amade bûn. Piştî îdiayên hatin xwendin parêzeran parastin kir û îdia red kirin. Heyeta dadgehê dîsa doz taloqî 28'ê Sibata 2014'an kir.