Doza darezandina rojnamegerên Kurd hate taloq kirin
Doza darezandina rojnamegerên Kurd hate taloq kirin
Doza darezandina rojnamegerên Kurd hate taloq kirin
Rûniştina 20 jê gritî 46 rojnamegerên Kurd li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê berdewam dike. Di parastina îro de nûçegihana DÎHA Ulkem Evrim Kepenek, diyar kir ku polîsan di bin çavan de gefa 'Tu îro hat binçavkirin sibê li xwe baldar be' û got "Her kes di ferqa vê peyamê de ye. Dixwazin em li cem kurdan cih negirin û bi kurdan re nexibitin. Ma esil cudakarî ne ev e?"
Duyemîn civîna 7'emîn rûniştina "Doza çapemeniya KCK'ê" ya 20 jê girtî 46 rojnamevanên Kurd ên tên darizandin, di 15'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê ya Kampusa Sîlîvriyê berdewam dike. Ji rojnamevanên girtî Yuksel Genç tevlî rûniştinê nebû, 11 rojnamegerên serbest têne darezandin amade bûn. Gelek xizmên girtiyan jî beşdar bûn.
Rûniştinê bi tesbîtkirina nasnameyan parastina nûçegihana berê ya DÎHA'yê Ulkem Evrim Kepenek a di nîvî de mabû destpê kir. Kepenek piştî nîvro jî parastin kir û wiha got: "Li Tirkiyeyê yekem car ajansa DÎHA bi kurdî, tirkî û îngîlîzî di sala 2002'an de dest bi weşana nûçeyan kir. Kepenek anî ziman ku, DÎHA bi silogana "Ji Rastiyan qet tawîzê nade" û wiha got: "Îro piraniya kesên li vir tên darizandin xebatkarên DÎHA yê ne. Duh dihatin kuştin îro jî em tên darizandin. Dîroka çapemeniya Tirkiyeyê dîroka sansûrê ye. Li Tirkiyeyê rojnameger di bin sansur, tundî û zextan de xebatê dikin."
‘EGER ÇAPEMENIYA AZAD NEBÛYA DÊ KOMKUJIYA ROBOSKIYÊ HATIBA VEŞARTIN’
Kepenek da zanîn ku, civak ji agahî û rastiyan mehrûm tên hiştin û bi veşartina rastiyan û agahiyên rast îşkenceyê bi civakê dikin. Kepenek bal kişand ser mînaka Qilaban Roboskiyê û wiha got: "Mînaka vê yekê ya herî balkêş rastiya Roboskiyê ye. Me ev zindî dît. Ji bo rojnameger û çapemeniyê ev bûyerek pir girîng bû, lê ev ji aliyê çapemeniyê ve heta roja din nîvro nehat dîtin. Ger ku xebatkarên çapemeniya azad tune bûna ev yek dê bihata veşartin. Dê ser wê bigirtana. Komkujiya Roboskî, tecawiza li ser girtiyên Pozantiyê şewitandina gundan, gorên komî û kuştiyên kujer nediyar hemû bi xêra çapemeniya azad derketiye holê. Mirov dikare bi mînaka vê yekê bide. "
‘TU ÇIMA DI DÎHA DE DIXEBITÎ?’
Kepenek da zanîn ku dema di 21'ê Kanûnê de di operasyona li dijî çapemeniyê pêk hat de hat binçavkirin, di DÎHA'yê de bû û wiha got: "Ez herî zêde di bin çavan de rastî pirsa "Tu çima di DÎHA de dixebite? hatim. Ji min re gotin tu çima di ajansek din de naxebitî. Min ji got DÎHA ajansek zagonî ye. Ev pirs ji bo min pêkenok e. Ji min re dibêjin tu ji Rîze yî û çima di DÎHA de dixebitî. Ez jî dixwazim bipirsim Ma kî li ku çima bixebite polîs dê biryarê bide an şexs bi xwe dê biryarê bide" Kî dê li ku nûçe çêke polîs dê biryarê bidin? Wê demê bila polîs biçin li şûna me kar bikin. Em di vê dozê de dibînin ku polîs û dewlet cihekî çawa dide rojnamegerên Kurd. Polîsan ji min re got 'Tu hatÎ binçavkirin û derket, lê baldar be carek din wisa nabe' û gef li min xwarin. Hemû kes di ferqê de ye ku bi vê zexta li ser min dixwazin peyamek çawa bidin civakê. Dibêjin bi kurdan re nexebitin û li cem kurdan cih negirin. Ma ev bi xwe ne cudakarî ye?"
Di parastinê de ji ber ku Kepenek bi dengê bilind axivî Serokê heyeta Dadgehê elî Alçik got: 'Vir ne cihê şovê ye. Li dest û piyê xwe baldar bin' Kepenek jî bersiv da û got: 'Ez şovê nakim. Ji ber we wisa got bala min belav bû. Ez nikarim komî ser hev bikim. Ger ku hûn vê yekê wekî şov bibînin jî di biryarê de binirxînin. Hûn niha mudaxeleyî vîna min a azad dikin."
Piştî parastina Kepenek Xwediyê Îmtîyazê yê Rojnameya Ozgur Gundemê Ziya Çiçekçî parastin kir. Piştî xwendina delîlan Çîçekçî parastin kir. Çîçekçî anî ziman ku, mirov herî baş xwe bi zimanê zikmakî îfade dike. Kurd bi kurdî difikirin. Bi kurdî xewnan dibînin. Di hemû dozên KCK'ê de kurdî wekî zimanê nayê zanîn hatiye binavkirin. Bûye zimanê qaşo. Ev feraset nikare zimanê me û hebûna me înkar bike. Ji ber vê yekê her çend ez baş bi tirkî bizanim jî û hindik bi kurdî bizanim jî ez dê bi kurdî parastinê bikim.
‘KURDAN ÎSYANA HERÎ MEZIN DAYE DESTPÊ KIRIN’
Çîçekçî anî ziman ku, Kurd li ser erdnîgariya Mezopotamya bi hezar salan dijî û piştî îlankirina komarê zimanê Kurd, nasname û çanda Kurd li ser vê axê hat qedexekirin. Hemû nirxên gelê Kurd hat înkarkirin û tunekirin. her çend em behsa hiqûqa biratiya hezar salan bikin jî niha Kurd di asta duyemîn de tên dîtin. Niha dê qerf û henekê xwe bi çand, ziman û nirxên me bikin, li aliyê din jî dê bêjin em bira ne. Li vir îsyan destpê dike. Li dijî înkar, îmha, red û tunekirinê gelê Kurd di dîroka komarê de gelek caran di ber xwe daye. Bi 10 hezaran Kurd hatin qetilkirin. Bi hezaran Kurd hatin sirgûnkirin. Di çarîka sedsala 20'emîn de kurdan serhildana herî mezin pêk anîn. Kurdan îsyana herî mezin daye destpêkirin. Ez bi van gotinên xwe tundiyê naparêzim. Ez rastiyê tînim ziman. Ger ku polîtîkayên înkar û bişaftinê ew qas kûr nebûna, ev îsyana wisa mezin pêk nedihat."
‘BIRYARA GIRTINÊ JI ALIYÊ NAVENDEK SIYASÎ VE HATIYE GIRTIN’
Çîçekçî destnîşan kir ku, di vê îdîanameyê de hiqûqa biratiyê tune dike û li dijî wan hiqûqa dijminantiyê tê meşandin.
Çiçekçî di berdewama parastinê de wiha got: "Di vê lêpirsîn û îdîayê de bi ziman, çand û nasnameya Kurd qerf tê kirin. Biçûk tê xistin. Hemû daxwazên kurd ên demokratîk û xebatên rojnamegeriyê wekî sûc tên dîtin. Ji bo hemû tiştî dibêjin qaşo û tên darizandin. dozên KCK'ê operasyonên siyasî ne. Ji aliyê navendek siyasî ve ev biryar hatiye dayîn. Di heman wextê de polîsan di ser hezaran malan de girtiye û li sedan bajar û navçeyan bi 10 hezaran siyasetmedarên Kurd hatine girtin. Ev operasyon li dijî hemû saziyên kurdan pêk hatiye."
Çîçekçî da zanîn ku, ji ber ev operasyonek siyasî ye di heman demê de qut bû û dixwazin bi vê yekê vîna Kurd a siyasî teslîm bigirin.
Çîçekçî bilêv kir ku, ger heyeta darazê rol û mîsyona xwe bilîze dikarin piştgiriyê bidin pêvajoya aştiyê û wiha dawî li parastina xwe anî: "Pirsgirêka Kurd bi operasyonên siyasî û leşkerî çareser nabe. Pirsgireka Kurd bi rêbaza diyalog û muzakereyan û aşkerekirina rastî û qebûlkirina mafan çareser dibe. Navdarên wekî Şeyh Bedrettin, Mahir Çayan, Deniz Gezmiş, Mazlum Dogan, Kemal Pir, Yilmaz Guney, Nazim Hikmet, Ahmet Kaya û gelek kesên ku em nikarin navê wan rêz bikin hemû mirovên vî welatî yên xweşik in û di darbeyên leşkerî de sirgûn bûne an jî hatine qetilkirin."
Piştî parastina Ziya Çiçekçî rûniştina dozê taloqî sibê kir.