Doza Ayvalitaş bi êrîşa polîsan dest pê kir

Doza Ayvalitaş bi êrîşa polîsan dest pê kir

Di dema protestoyên parqa Gezî de li taxa 1 Mayisê li riya TEM’ê wesayît li Mehmet Ayvalitaş qelibî û jiyana xwe ji dest da. Doza Mehmet Ayvalitaş dest pê kir.

8’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê ku li dozê dinêre, tenê hişt malbata Ayvalitaş û kesê di qezayê de birîndar bû bigirin salonê. Bi sedan kesên ji bo dozê hatin Edliya Anadolu ya Stenbolê a Kartalê, danişîn dipên û her wiha rojnameger jî nav de tu kes negirtin salonê.

Dê û bavê Mehmet Ayvalitaş, kesên birîndfar û parlamenter girtin salonê û derî girtin. Kesên xwestin bikevin salonê rastî êrîşa gazê ya polîsan hatin.

Êrîşa polîsan li her derê bi dirûşmeya ‘Her der Taksîme her der berxwedane’ hat protestokirin û malbata Ayvalitaş jî ji polîsan re got;Hunê hesabê vê xwînê bidin.

Piştî hevdîtinên hatin kirin, heyeta dadgehê xwest malbatên kesên di protesyonên Gezî de jiyana xwe ji dest dane û rojnameger bikevin hundir.

Bendewariya li ser danişîn salon û edliyê didome.