‘Dibe ku êrîşên cidî li ser partiya me û wekîlên me pêk werin’
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a ku di ziyareta ÎMC TV de axivî, diyar kir ku dibe ku êrîş li ser partî û wekîlên me jî pêk were.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a ku di ziyareta ÎMC TV de axivî, diyar kir ku dibe ku êrîş li ser partî û wekîlên me jî pêk were.
Yuksekdag got, ‘’Rekabeta ku di qada siyasî de tê jiyîn nikare li qadên heqê camewerî û azadiyan were terisandin. Desthilatdariya siyasî hêrsa xwe ji qada siyasî, hîsa tolhildanê û kîna xwe ji saziyên çapemeniyê dihilîne.’’
Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag bi şandeya gel xwe serdana ÎMC TV a ku di nav çarçoveya Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnan de hate girtin û piştgiriya xwe ji bo TV’yê nîşan da.
Yuksekdag wiha anî ziman: ‘’Beriya ku êrîş bi ser nûnerên hilbijartî ên gel de were kirin, qenalên ku vê êrîşên bidin bihîstin digirin. Ev organên medyayê yên wiha ne ku hewl didn xwe bigihînin rastiyê, li gel hemû kêmanî û zextan jî çav û guhên xwe vekirine. Dixwazin van qenalan bigirin.’’ Yuksekdag vê êrîşê weke ‘’parçeyek ji operasyonê bi ser qada siyasî’’ de nirxand û got, ‘azadiya medyayê, çapemeniyê dikin parçeyek ji operasyona siyasî’’
Yuksekdang got azadiya çapemeniyê ji siyasetê serbixwe ye û wiha pê de çû: ‘’Rekabeta ku di qada siyasî de tê jiyîn nikare li qadên heqê camewerî û azadiyan were terisandin. Desthilatdariya siyasî hêrsa xwe ji qada siyasî, hîsa tolhildanê û kîna xwe ji saziyên çapemeniyê dihilîne.’’ Yuksekdag têkildar ÎMC TV got, ‘’Dema ku mirov li ekranên wê dinere em pir rengiyê dibînin’’ û got, ‘’Em ê di nav taritiyê de ronakbûna xwe bidomînin’’