‘Di serdema hikûmeta AKP'ê de 205 zarok hatine qetilkirin’
‘Di serdema hikûmeta AKP'ê de 205 zarok hatine qetilkirin’
‘Di serdema hikûmeta AKP'ê de 205 zarok hatine qetilkirin’
Li gori daneyên fermî yên Wezareta Dadê di navbera salên 2008-2012'an de, îstîsmara zayendî ji sedî 400 zêde bûye. Seroka Navenda Zarokan a Baroya Amedê Prz. Gazal Bayram Koluman, jî anî ziman ku Tirkiye peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî qebûl kiriye û ev peyman tenê li ser kaxizê maye. Endamê Komîsyona Zarokan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Mehmet Guzel jî anî ziman ku ji sala 1988'an heta niha 575 zarok hatine qetilkirin tenê di serdema hikûmeta AKP'ê de 205 zarok hatine qetilkirin.
Komisyona zarokan a Baroya Amedê, têkildarî Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ku di 20'ê mijdara 1989'an de îmze kiribûn li avahiya Buroya Alîkariya Edli civînê pêk bînin, Şaxa ÎHD'ê ya Amedê jî bi heman armancê li avahiya ÎHD'ê daxuyaniyê da çapemeniyê. Di civina komîsyona Zarokan a Baroyê de rêveberên baroyê prz. Nahit Eren, Seroka Komîsyona Navendî ya Zarokan a Baroya Amedê Gazal Bayram Koluman û gelek parêzer amade bûn. Li ser navê baroyê Prz. Koluman, daxuyanî da û bal kişande ser Peymana Mafên Zarokan a NY'ê. Koluman, anî ziman ku peymana Tirkiyeyê îmze kiriye tenê li ser kaxizê maye û wiha got: "Li gorî rapora Wezareta Dadê li Tirkiyeyê di navbera salên 2008-2012'an de ji sedî 400 binpêkirina mafê zarokan zêde bûye. Di serî de îxtîdara siyasî sedema vê yekê ye. Divê bi lezgîn çareserî bê dîtin." Parêzer Gazal Bayram Koluman anî ziman ku ji aliyê Neteweyên Yekîtiyê (NY) ve 20'ê mijdara 1989'an Roja Mafên Zarokên ên Cîhanê hat îlan kirin û wiha got: "Tirkiye jî di sala 1990'an de destnîşan avêt vê peymanê. Lê Tirkiye ev peyman di sala 1995'an de bi awayekî fermî xist meriyetê."
Koluman diyar kir ku Tirkiye peymanê qebûl kir lê dûreparêzî xist xalên 17., 20. û 30'an ku mafên zarokan yê perwerdeyê, mafên jiyandina çand û zimanên zarokan tê de û wiha berdewam kir: "Hikûmet di paketa demokratîk ya dawî de mafên perwerdeya zimanê dayîkê ya zarokan tenê di çarçoveya dibistanên taybet de hişt. Ev sepan ji bo zarokên xizan neheqiyeke mezin e. Bi taybetî ev rewş li ser zarokên Kurdistanê bandorek neyînî derdixe hole. Hikûmet divê pêşiya perwerdeya zimanê kurdî veke û cûdatî nexe nav mafên zarokan."
DI 4 SALAN DE BINPÊKIRINA MAFÊN ZAROKAN JI SEDÎ 400 ZÊDE BÛ
Koluman, anî ziman ku, iro li cîhanê û Tirkiyeyê zarok mafen wan tê binpêkirin, keda wan tê xwarin û dûçarên istismariya dibin û wiha domand: "Li gorî daneyên Wezarata Dadê ya Tirkiyeyê ji 2008'an heta 2012'an ji aliyê istismariya cinsî ya zarokan ji sedî 400 zêdebûn çêbûye. Bûyerên wisa bi gelemperî di venêrîna dewletê de, di wargehên zarokan de , di dibistanan de û girtîgehan de bûyîn mirov gelek difikirîne. Minaka vê ya di Çêwlikê de bi deste 8 leşkeran ve zaroka ku dûçara tecawîzê ma E.A'ye." Koluman got ku di bûyeren civakî de gelek zarok bi pêkanina şiddetan jiyana xwe ji dest dide û ev jî giredayê pirsgireka kurde û wiha bilêvkir: "Peyvirdarên giştî yên dewletê kiryarên gelek mirin û îstîsmarê ne. Lê ev sûnc nayê cezakirin, di ser de kiryar azad dikin û xelat didin wan. Doza dosyaya Ugur Kaymaz û komkujiya ku li Roboskiyê hat kirin(19 zarok) û dosyaya Ceylan Onkol, Medenî Yildirin rastiya van nîşan dide."
Kolaman di axaftinên xwe yên dawiyê de li ser şerê ku li Sûriyeyê berdewame sekinî û wiha got: "Şerê ku 4 sale ku di nav Sûriyeyê de dimeşe deh hezar zarok jiyana xwe ji dest da. Niha li Rojavayê jî sivîl û bi taybetî zarok rastê gelek komkujiyan hatin. Her 20'ê mijdarê ku li cîhanê pirsgirêkên mafên zarokan tê nîqaşkirin; lê tû çareserî nayê dîtin. Her sal ev pirsgirêk mezin dibe.Di Tirkiyeyê û cîhanê de îstîsmarên ku li ser zarokan tê meşandin em ê bişopînin û têkoşîna mafên zarokan bidin."
ÎHD: DI 25 SALAN DE 575 ZAROKAN JIYANA XWE JI DEST DA
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê jî bi heman armancê li komeleya xwe daxuyanî da. Civîn li salona Vedat Aydin a ÎHD'ê pêk hat. Endamê Komîsyona Zarokan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Mehmet Guzel jî anî ziman ku ji sala 1988'an heya niha 575 zarok hatine qetilkirin tenê di serdema hikûmeta AKP'ê de 205 zarok hatine qetilkirin. Guzel, anî ziman ku Tirkiye der barê mafên zarokan de guhertin çêkirin, lê ji ber polîtikayên dewletê mafê zarokan nayê parastin.
DI SERDEMA AKP'Ê DE 205 ZAROK HATIN QETILKIRIN
Guzel anî ziman ku ji sala 1988'an heta niha di 25 salan de 575 zarok hatine qetilkirin û tenê di 12 salên serdema AKP'ê de 205 zarok hatine qetilkirin.
Guzel, da zanîn ku di 10 mehên sala 2013'an de jî ji ber teqemeniyên çolê 4 zarokan jiyana xwe ji dest dane. 4 zarok jî bi awayekî fikar jiyana xwe ji dest dane. Guzel, destnîşan kir ku di vê serdemê de 12 zarokan întîhar kiriye û 5 ji ber tundiya nava malê hatine qetilkirin û 48 zarok jî ji aliyê malbetê û polîsan ve rastî tundiyê hatine.
MÊRSÎN
Li Mêrsînê jî bi heman armancê Komeleya Zarokên Kolanan a Mêrsînê daxuyanî da. Serokê komeleyê Mehmet Gungor, anî ziman ku li gelek welatên cîhanê zarok rastî tundiyê tên û bi bilyonan zarok rastî zext û zordariyê tên.
Gungor, destnîşan kir ku zarokên ku wekî pêşerojin bi heviya aştî û wekheviyê nayên mezinkirin.