Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Derbarê xebatên komîsyonê de pêşnûmeya 12 xalan hat pêşkêşkirin

Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş derbarê binyad û esasên xebatê yên komîsyonê de pêşnûmeya ji 12 xalan pêk tê pêşkêşî komîsyonê kir.

Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş di civîna yekem a komîsyonê li Meclisê pêk hat de derbarê binyad û esasên xebatê yên komîsyonê de pêşnûmeya ji 12 xalan pêk tê pêşkêşî komîsyonê kir. Di pêşnûmeyê de, pêşniyara “Komîsyona Piştevaniya Netewî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê” kir. Komîsyonê li ser nav nîqaş kir, lê ji ber hîn neketiye dengdayinê  ev nav hîn nehatiye erêkirin.

Xalên pêşnûmeyê bi vî rengî ne:

“XALA 2- (1) Armanca komîsyonê ew e ku terorê bi temamî ji  rojeva Tirkiyeyê derxe, hevgirtina civakî were xurtkirin, yekîtî û xwişk û biratiya me ya neteweyî pêk were û xebatên di aliyê azadî, demokrasî û serdestiya hiqûqê de binirxîne.

(2) Erka komîsyonê ew e ku li gorî armanca ku di xala yekem de hatiye destnîşankirin, mijarên pêwîst diyar bike, li ser pêşnûmeyên qanûnan bixebite û raya giştî derbarê vê pêvajoya de agahdar bike.

XALA 3 - (1) Serokê Meclîsa Mezin a Netewî ya Tirkiyeyê, Serokê Komîsyonê ye. Di nebûna Serokê Meclîsa Mezin a Netewî ya Tirkiyeyê de, endamek komîsyonê ku ji hêla Serokê Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê ve hatiye destnîşankirin wê civînê bi rê ve bibe. Endama/ê ku li şûna Serok civînê birêve dikare dengê xwe bi kar bîne.

XALA 4 - (1) Erkên endamên komîsyonê di tevahiya xebatên komîsyonê de berdewam dikin. Partiyên siyasî dikare bi nivîsa ji Serokê Meclîsa Mezin a Netewî ya Tirkiyeyê re bişîne endamek komîsyonê biguherîne.

(2) Di rewşa ku endamek partiyeke siyasî were xistin de, divê partiya siyasî demildest endama/ê nû ji Serokê Meclîsa Netewî ya Mezin a Tirkiyeyê ragihîne.

XALA 5 - (1) Serokê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê banga ji bo civînê dike. Cih, dem û rojeva civînê ji aliyê endamên komîsyonê ve tê diyarkirin.

(2) Komîsyon dikare biryara civîna girtî bide.

(3) Sekreteriya Komîsyonê ji aliyê Serokatiya Qanûn û Biryaran a Sekreteriya Giştî ya Meclîsa

Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê ve tê kirin.

XALA 6 - (1) Hejmara ji bo civîna komîsyonê ji piraniya zêde ya endaman pêk tê. Biryarên derbarê amadekirina pêşniyarên qanûnî de bi piraniya ji pêncan-sê ya beşdarên civînê têne girtin. Di mijarên din de bi hejmara piraniya zêde ya beşdarên civînê biryar tên girtin.

XALA 7 - (1) Di civînên komîsyonê de girtekên giştî tên girtin. Serok wê biryara parvekirina biryaran a ji bo raya giştî bide. 

(2) Ger ku komîsyon pêwîst bibîne dikare biryara girtekan negire bide.

XALA 8 - (1) Ji bo di amadekirina pêşnûmeyên xebat û pêşniyarên komîsyonê de dikare hejmareke têrker ji Pisporên Qanûnî erkdar dike. Ger pêwîst were dîtin, ji bo vê ramancê dikare ji sazî û dezgehên gelemperî, zanîngehan û rêxistinên sivîl jî pisporan erkdar bike.

XALA 9 - (1) Endamên komîsyonê, nûnerên sazî û dezgehên gelemperî, zanîngehan, rêxistinên sivîl û kesên peywendîdar ên ku li gorî rojeva diyarkirî hatine vexwendin, dikarin beşdarî civînên komîsyonê bibin.

XALA 10 - (1) Serok biryara beşek diyarkirî an jî hemû civînan ji hêla çapemeniyê ve werin şopandin, dide.

XALA 11 - (1) Komîsyon wê heta 31’ê Kanûna 2025’an xebatên xwe bidomîne. Piştî ev dem biqede, komîsyon bi piraniya ji pêncan-sê dikare her carê 2 mehan dema civînê dirêj bike.

(2) Serok an jî bi piraniya ji pêncan-sê tên beşdarî civînê bûne dikarin biyara bidawîkirina xebatên komîsyonê bigirin.

XALA 12 - (1) Komîsyon ji bo rewşên ku di binyad û esasên xebatê yên komîsyonê cih nagirin de bi piraniya hejmara beşdarên civînê dikare binyadê diyar bike. 

Komîsyon wê li ser van xalan nîqaşan bimeşîne.