Dema hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya bi lîderên partiyên siyasî re diyar bû

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê wê di nava hefteyê de bi Serokê CHP'ê Ozgur Ozel, Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî û Serokê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû re hevdîtinê bike.

HEYETA ÎMRALIYÊ

Endamên Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol di nava hefteyê de wê bi serokên partiyên CHP, MHP û Gelecek re hevdîtinê bikin.

Bernemaya Heyeta Îmraliyê bi vî rengî ye:

16’Ê TÎRMEHÊ
Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglû 
Saet: 12.00
Cih: Navenda Giştî ya Partiya Gelecekê 

Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî 
Saet: 14.00
Cih: Odeya Koma Meclisê 

17’Ê TÎRMEHÊ
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel
Saet: 13.00
Cih: Navenda Giştî ya CHP’ê