Dayikên Şemiyê ji bo Ramazan Kaya hatin ba hev

Dayikên Şemiyê aqûbeta Ramazan Kaya pirs kirin ku beriya 33 salan ji aliyê cerdevanan ve hate revandin.

DAYIKÊN ŞEMIYÊ

Dayikên /Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatine qetilkirin û windakirin bipirsin, cara hezar û 59’an li Qada Galatasarayê hatin ba hev. Aqûbeta Ramazan Kaya (28) ê ku beriya 33 salan di bin çavan de hate windakirin, hate pirsîn. Di çalakiyê de wêneyên kesên di bin çavan de hatin windakirin, hatin hildan.

Piştre li Qada Galatasarayê qurnefîl hatin danîn.