Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Dadgeha Bilind biryara li ser Komkujiya Dedeogûllari erê kir

Dadgeha Bilind cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî yê 7 caran ku li bersûcê Doza Komkujiya Dedeoglûllari Mehmet Altûn hatiye birîn, erê kir. Dadgeha Bilind daxwazên li ser piştperdeya êrîşê red kir.

KOMKUJIYA DEDEOGÛLLARI

Têkildarî êrîşa li navçeya Meram a Konyayê ya 30'ê Tîrmeha 2021'ê ku ji malbata Dedeogûllari 7 kes bi çekê hatin kuştin, Dadgeha Bilind biryara xwe eşkere kir.

Dadgeha Bilind cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî yê 7 caran ê li kiryar Mehmet Altûn hate birîn, erê kir.

Lê belê daxwaza têkildarî piştperdeya êrîşê red kir.