Ciwanên li Baselê şeva piştevaniya bi HDP’ê re lidar xistin
Pêkhateyên ciwanan ên HDP’ê yên li Basel, şeva piştevaniya bi HDP’ê re lidar xistin. Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Erdal Ateş bi rêya telefonê tevlî bû.
ANF
BASEL
şemî, 3 kewçêrê 2015, 13:47
Li bajarê Basel ê Swîsre pêkhateyên ciwanan ên HDP’ê Ciwanen Azad, Ciwantiya Demokrasiya Nû, ciwanên navenda Elewiyan, ADGH, Young Struggle, şeva piştevaniya bi HDP’ê re lidar xistin.
Kawa Urmiye, Azad Karahan, Kurdisch-Beatbox-Brothers jî ku tevlî şevê bûn, sînevîzyona nasandina HDP’ê hat temaşekirin. Parlamenterê HDP’ê yêStenbolê Erdal Ateş bi rêya telefonê tevlî şevê bû. Ateş bang li ciwanan kir ku dengên xwe bi kar bînin.
Şev bi bernameya ku ekîba dahol û zirneyê amade kiribû bi dawî bû.