Ciwan: şerker, bi cesaret û wêrek bû

Ciwan: şerker, bi cesaret û wêrek bû

“Ez Ciwan, bi eslê xwe ji navçeya Elbîstan a Mereşê me. Di dawiya sala 1994’an de ji Ewropayê tevlî bûm. Di sala 1997’an de jî hatim çiyê. Li çiyê hîn zêdetir li eyaleta Zagros mam, demekê jî li Zapê mam. Ev du sal in ez li Botanê me. Li  Botanê jî bi giranî li Besta mam. Her wiha hema hema timî ez li Besta mam. Herekol, Masîro, Kato Jirka û hwd.

Çi dibe bila bibe tevî her tiştî jî mirov li gor xweşikiyên jiyanê bijî, ji trajediyan rizgar bibe yan jî bêyî mirov tiştên berê rû dane bifikire ez bawer im wê jiyan xweştir be. Bila her tişt ji rêhevaltiyê re be, her tişt ji gel re be û her tişt ji Rêbertî re be.”

Bi vî awayî xwe dide nasandin û nêrînên xwe yên têkildarî jiyanê tîne ziman, şervanê azadiyê Bakî Eren ê bi nasnav Ciwan ku di sala 1978’an de li Elbîstana Mereşê çavên xwe li jiyanê vedike. Gerîla ciwan ku ji Ewropayê berê xwe dide çiyayên Kurdistan dibe banga pîroziya vegera xaka Kurdistan.

‘KARÊ ESASÎ AFIRANDINA JIYANA AZAD E’

Hevalekî gerîla ciwan ê têkoşînê bi van peyvan dest bi vegotina hevalê xwe Ciwan dike: “Vegotina çîrokên şervanên azadiyê pir zehmet e” û wer dewam dike; “Çîroka her hevalek me heye. Behskirin û vegotina wan zehmet e. Ji ber em hevalên wan şervanên azadiyê ji bo şer derketine van çiyayan. Karê me yê esasî şerê afirandina jiyaneke nû ye. Lê belê di vî şerî de şehadet çêdibin û vegotina têkoşîna wan hevalan dibe para me. Lê mixabin dibe ku pênûsa me zêde ne xurt be. 

Dema pêwîst bike mirov ser jî dide. Gelekî dixe dilê xwe û hewl dide pêre bibe yek. Ev jî fedakarî û cesaretê dixwaze. Bi kurtasî ji bo siberojên ronak xwe fedakirinê dixwaze. 

Heval Ciwan, li Ewropa Fransa beşdarî nav xebatan bibû. Bi qasî ku em bi hev re mabûn ez ê behsa wî bikim. Qadên lê mabû bi giranî qadên zehmet bû. Hem li Bakur û hem jî li Başûr li deverên zehmet mabû. 

Bi taybet jî heval ciwan deverên zehmet ji bo xwe hildibijart. Hevalek wisa bû ku ji hêsaniyê hez nedikir.  

Di sala 2005’an de hatibû Botanê. Me li wir hevdu dîtibû. Xwedî asteke pêşketî bû. Bi coş bû, moralî wî bilind bû. Hewl dida pêşengtiyê bike û bi rastî jî li Botanê ji me re pêşengî kir. Li qadên Besta û  Kato Jîrka ma.

Carekê ku em û heval Ciwan li gel hev bûn, em tevlî çalakiyekê bûn. Li  qada Girê Reş şer derketibû. Operasyon hebû.  Agahî hatibû lewma me tedbîr wergirtibûn. Lê roja ku şer derket em gelek heval hatibûn cem hev. 

Beriya operasyonê me her kes derxist qadê.  Em 15 heval mabûn. Dijmin hatibû heta cihê em lê. Heval Ciwan û hevalekî din derketibûn cihekî stratejîk. Guleya destpêkê heval Ciwan teqandibû. Her du hevalan heta êvarî şer kiribûn û nehiştibûn dijmin bê ser me. Heval Ciwan şerker, bi cesaret û wêrek bû. Yek jî bi îrade bû. Li vir mirov dikarîbû vê hîn baştir bibîne. Ji ber sekn û hewldana heval Ciwan tiştek bi me nehatibû. 

‘XWE BI AWAYEKÎ BI RÊKÛPÊK PERWERDE DIKIR’

Di sala 2007’an de em li wargehê bi hev re bûn. Yek ji taybetmendiyên Ciwan ew bû ku rojaneyên xwe digirt. Di nav şer de bi awayekî bi rêkûpêk girtina rojaneyan xebateke girîng e. Dema min jêre digot, ‘Tu di nav van şert û mercên zehmet de çawa rojaneyan digirî?’ got, ‘Wê rojekê ev nivîs pêwîst bikin. Pêwîstiya wan wê derkevin holê. Wê demê wê wateya girtina rojaneyan hîn baştir bê fêmkirin.’ Heta ji ber min nedinivîsand ez rexne dikirim. 

Yek jî xwe bi awayekî bi rêkûpêk perwerde dikir. Hem xwe perwerde dikir û hem jî tevkarî li rêhevalên xwe dikir.  Sekna wî ya rêxistinî bû. Di mijara rêxistinî de hesas bû. Bi moral bû. Moralê xwe xera nedikir. 

Di nîqaşên me yên zivistanê de timî behsa şikandina êrîşên dijmin dikir. Li ser veguhastina şer a bajaran nîqaş dikir. Ji ber vê dianî ziman ku divê pêwîstiya wê bê cih. 

‘LI GORÎ BIRYARA DABÛ TEVDIGERIYA’

Di operasyonên berfireh ên 2007’an de wezîfeya herî girîng wergirtibû. Berpirsiyarê tîmê bû, lê taximek diparast. Dîsa di operasyona biharê de darbeya yekemîn heval Ciwan li dijmin dabû. 4’ê Adara 2007’an bû. 

Paşê derbasî Katoyan bibûn. Hîn erazî venebibû.  Zû hereket kiribû. Wê çalakî li derdora bajêr kiribana.  Lê dema diçin çalakiyê dikevin kemîna dijmin. Û li wir birîndar dibe, heta sibehê şer dike û şehîd dikeve. Wek lehengan şer dike, tevî birîndariya xwe jî.

Belê heval Ciwan her diçû di sehaya pratîk de pêş diket. Heval Ciwan wê zivistanê biryareke bi kok a şer dabû. Li gor wê biryarê tevdigeriya. 

Bila mirovek tenê biryara xwe bide wê enerjiyeke muezzem derkeve holê. Ev enerjiya ku derkeve holê wê sînerjiyeke bi heybet derxe holê. Ya heval ciwan derxistiye ev e.”