Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Civîna din a Komîsyonê 8’ê Tebaxê ye

Komîsyona Meclîsê ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatî avakirin, wê 8’ê Tebaxê roja Îniyê civîna xwe ya duyem lidar bixe.

Civîna destpêkê vê roja sêşemê, bi serokatiya Serokê Meclîsê Nûman Kurtulmuş hate lidarxistin.

Komîsyon ji 48 parlamenteran pêk tê. Ji AKP’ê 21, ji CHP’ê 10, ji MHP’ê 4, ji DEM Partiyê 4, ji Yenî Yol’ê 3 û ji DSP, YRP, TÎP, EMEP, BBP û HUDA Par jî yek endam beşdar bûn. Hîna navê komîsyonê nehatiye diyarkirin.

Beşa axaftinê ya civînê ji çapemeniyê re vekirî pêk hat. Ji bo nûçegihanan qerta akredîtasyonê ya taybet a destpêkê hate derxistin, kameraman û wênevan nehatin girtina hundir. Beriya beşa müzakereye, rojnamevan ji salonê hatin derxistin.

Hat zanîn ku parlamenterên desthilatdariyê pêşniyar kir ku civîn ji çapemeniyê re girtî bê meşandin. Parlamenterên ku di civîna ewilî de neaxiftin, wê 8’ê Tebaxê di civîna duyem de mafê axaftinê bigirin.