Cîgira PEN’a Navnetewî piştgirî da Rojava
Cîgira PEN’a Navnetewî piştgirî da Rojava
Cîgira PEN’a Navnetewî piştgirî da Rojava
Cîgira Serokê PEN’a Navneteweyî Lucina Kathmann, di nameyeke vekirî de ku ji serok, kongre û gelê Emerîkayê re nivîsiye de projeya rêveberiya demî ya Rojava wekî gaveke erênî nirxand û got: ‘‘Divê hun bi xweşbînî nêzîkî herêmeke otonom a Kurdan li Rojavayê Kurdistanê bibin.”
Lucina Kathmann di nameyê de balê dikşîne ser zehmetiyên ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê di hilbijartina riya sêyemîn de kişandine û wiha dom kir: ’’Ne hêsane ku tevî hemû êrîşên dijwar ên komên radîkal, Kurd herêma xwe biparêzin.” Kathmann di nameya xwe de herwiha behsa rola mezin a jinên Kurd a li Rojavayê Kurdistanê kir.
Katmann wiha dom kir: ‘‘Li Iraqê, xelkê Kurdistanê bi avakirina herêmeke serbixwe derfetên mezin ji bo pêşvebirina aştî, kar û danûstandinên çandî, xetên navnetewî yên firokevaniyê ji bo Hewlêrê ava kirine. Li aliyê din rewşa Iraqê jî berbi çav e û bawerim avakirina herêmeke serbixwe li Rojavayê Kurdistanê jî di berjewendiya Emerîkayê de ye.”