Çepê Ewropa wê biçe sînorê Kobanê
Çepê Ewropa wê biçe sînorê Kobanê
Çepê Ewropa wê biçe sînorê Kobanê
Heyetek di pêşengiya Sekreterê Neteweyî yê Partiya Komunîst a Fransa (PCF) de 27’ê Cotmehê diçe sînorê Kobanê û wê bi Kobaniyan re rûnin. Wê ji Elmanya, Yewnanistan, Îtalya, Danîmarka û Îspanya jî partiyên çep wek delegasyonekê biçin sînorê Kobanê.
Li gor agahiyên nêzî Sekreterê Neteweyî yê PCF Pîerre Laurent, ziyareta 21’ê Mijdarê destpê bike wê heta 29’ê Cotmehê dewam bike. Wê ziyaret beriya 1’ê Mijdarê roja piştevaniya gerdûnî ya bi Kobanê re pêk were.
Heyet wê li sînor li gel Kobaniyan bi rayedarên DBP’ê û HDP’ê re jî hevdîtinan pêk bînin.
ÇEPA EWROPA WÊ LI SÎNORÊ KOBANÊ BE
Wê delegasyonek ji Partiya Çep a Ewropa jî beşdarî delegasyonê bibe. Ev delegasyona duyemîn, ji Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke), ji Yewnanistanê Syriza, ji Tirkiye ODP, ji Danîmarka Partiya Sor û Kesk, ji Îtalya Rîfondazîone û ji Spanya Çepê Yekgirtî pêk tê.