Cenazeyê şervanê YPG'ê Çelîk ji aliyê bi sedan kesî ve hat veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Çelîk ji aliyê bi sedan kesî ve hat veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Çelîk ji aliyê bi sedan kesî ve hat veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Hakan Çelîk (Rizgar Rêzan) ê di şerê li Kobanê yê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi hezaran kesî ve bi merasîmekê li Stenbolê hat veşartin.
Şervanê YPG'ê Hakan Çelîk bi nasnav Rizgar Rêzan ê ji Sêrtê, ku li Zanîngeha Stenbolê rojnamevanî dixwend, di 20'ê Cotmehê de di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Çelîk li Stenbolê ji hêla bi sedan welatiyan ve hat pêşwazîkirin. Di merasîma cenaze de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û YPG'ê hat hilgirtin û bênavber dirûşmên "Şehîd namirin" û "Kobanê ji DAIŞ'ê re bibe goristan" hatin qîrîn. Cenazeyê Çelîk li Goristana Buyukçekmeceyê hat definkirin.
Piştî merasîmê Serokê YAKAYDER'ê Welat Demîr axivî bal kişand ser berxwedana bi heybet a Kobanê.
Piştî axaftina Demîr Hevserokê DBP'ê yê Stenbolê Emrullah Bîngul axivî û got ku Çelîk bi berxwedana birûmet canê xwe feda kiriye. Bîngul sersaxî ji malbata Çelîk xwest.
Piştî axaftinan meleyên DÎAYDER'ê ji bo cangoriyan dûa kirin.