Çav lê ye biryara navbera doza ‘KCK'a Stenbolê bê dayîn
Çav lê ye biryara navbera doza ‘KCK'a Stenbolê bê dayîn
Çav lê ye biryara navbera doza ‘KCK'a Stenbolê bê dayîn
10'emîn civîna 8'emîn rûniştina doza sereke ya ‘KCK'ê ya Stenbolê ku 91 jê girtî bigiştî 205 siyasetmedarên Kurd û akîvîtên mafê mirovan têne darizandin li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê didome. Di rûniştina îro de Celalettin Delibaş parastin kir û anî ziman ku, ji ber di salên 1970'ê de kurdan gotina Kurd û Kurdistan bilêv dikirin, her tişt dihat serê wan û îro Serokê Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê Barzanî bi xalîçeyên sor tê pêşwazîkirin. Delîbaş da zanîn ku, ev îdîa li diji ruhê dem û pêvajoyê ye.
10'emîn civîna 8'emîn rûniştina doza sereke ya ‘KCK'ê ya Stenbolê ku 91 jê girtî bigiştî 205 siyasetmedarên Kurd û aktîvîstên mafê mirovan tên darizandin, li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê berdewam kir. Di rûniştina îro de 87 girtî û 12 kesên serbest têne darezandin 99 siyasetmedar û parêzerên wan amade bûn. Di rûniştina îro de siyasetmedar Celalettin Delibaş parastin kir. Delîbaş anî ziman ku, sedema darezandina wan a li vir ji ber ku pirsgirêka Kurd hêj didome û wiha got: "Ger ku îro pirsgirêka Kurd hatibûya çareserkirin em dê li vir nehatibana darezandin. Heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin daxwazên gelê herêmê yê aştî û demokrasiyê pêk nayê. Ev pirsgirêk bi avêtina zindanan, lêkirina dîwaran û kuştinên Hizbul-kontra çareser nabe."
Delibaş da diyarkirin ku, îro Serokwezîrê Tirk û hemû rayedarên dewletê dibêjin Kurdistan û wiha got: "Di salên 1970'an kesên digotin Kurd û Kurdistan dihatin girtin û rastî cezayan dihatin. Lê îro Serokwezîr jî dibêje Kurdistan û Birêz Barzanî bi Xalîçeyên sor tên pêşwazîkirin. Ji ber vê yekê darezandina me ya niha vala û pûç e. Delîbaş hemû îdîayên derbarê xwe de red kirin.