Buldan: Eger wê pêvajo pêş bikeve pêwîstî bi sekreterya heye

Buldan: Eger wê pêvajo pêş bikeve pêwîstî bi sekreterya heye

Serokwekîla Koma HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku ew daxuyaniyên Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç ên dê ji bilî parlamenteran destûrê nedin kesekî din biçe Îmraliyê rast nabînin û divê rewşenbîr, rojnameger û derûdorên cuda jî kes biçin giravê. Buldan têkîldarî gotinên Alîkarî Serokwezîr Yalçin Akdogan ên di bûyerên Kobanê de rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye de jî wiha got: “Em vê qebûl nakin, heke rolê birêz Ocalan nabînin ev şaşîtiyeke mezin e. Divê birêz Akdogan vê serarast bike.”

Serokwekîla koma HDP’ê Pervîn Buldan, gotinên Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç ên der barê mijara sekreteryaya divê bê avakirin û yên Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan ên nexşe rê, û di çalakiyên Kobanê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berpirsyar dîtin de ji bo DÎHA’yê nirxandin kir. Buldan bilêv kir ku ev çend roj in têgeheke ku mejiyan tevlîhev dike tê xwestin bê belavkirin û piştî bûyerên 6-7 hevserokê wan ê giştî Selahattîn Demîrtaş hatiye hedefgirtin. Buldan anî ziman ku bi van re li ser nexşerê jî polemîk tê derxistin û ew weke heyet bi rayedarên hikûmetê re nehatine ba hev û geşedanên heyî nenirxandine.

Buldan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hem Yalçin Akdogan û hem jî îro Bulent Arinç hen daxuyanî dan, der barê sekreterya û nexşerê de. Divê ev hemû bi awayekî aşkera bên axaftin. Ango heke ev pêvajo pêş bikeve sekreterya û nexşerê pêwîst e. Ji aliyê hikûmetê ve daxuyaniyên wekî ‘me nexşerê da HDP’ê birin Qendîlê li wir mutabaqat çêbû’ hebû ev daxuyanî rastiyan venabêjin.”

JI BILÎ PÊŞNÛMEYÊ TIŞTEK NEHAT DAYÎN

Buldan da zanîn ku jibilê pêşnûmeya ji 5-6 madeyan pêk tê tu belege nedane wan û belgeya hatiye dayîn jî nexşerê nîn e û wiha got: “Ev pêşmûne berê jî ji aliyê Efkan Ala ve ji raya giştî re hatibû parvekirin. Em bi aweye zelal dibêjin kum e nexşerê nedîtiye.”

Buldan gotinên Bulent Arinç ên jibilî parlamenteran dê kesekî din nikare biçe Îmraliyê jî nirxand û wiha berdewam kir: “Em dibêjin ev ne rast e. Divê ji bo çûyîna giravê ji bo heyetên din jî derfet bê dayîn, pêşiya vê bê vekirin, bi israr vê dibêjin. Sekreterya jî di nava vê de ye ji ber ku qanûna çarçoveyê hate derxistin di vê qanûnê de îfadeyên ku dê lijneya wezîran pewywirê bigire û ji bo çûyîna heyetên cuda ya giravê, hene. Ji ber vê yekê divê li pişt vê qanûnê bisekinin. Buldan anî ziman ku divê jibilî wan rewşenbîr, rojnameger û nênerên saziyên sivîl ên civakî bikaribin biçin giravê. Buldan destnîşan kir ku ew daxuyaniyên rayedarên hikûmetê rast nabînin û ev nirxandin kir: “Divê hikûmet di vê warî de bil ez gavên pratîkî bavêje, em binê vê bi taybetî xêz dikin.”

Buldan der barê gotinên Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan a ku di çalakiyên Kobanê de berpirsyariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye de jî nirxandina “em vê yekê qebûl nakin. Heke rola birêz Ocalan nabînin ev şaşîtiyeke mezin e. Kî wisa difikire û daxuyaniyên bi vî rengî dide ez dixwazim bibêjim ku ev şaşîtiyeke mezin e” kir.

‘DIVÊ AKDOGAN SERERAST BIKE’

Buldan got ku rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê hemû derûdoran ve tê zanîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî peyama birêz Ocalan hemû bûyer rawestiyan, ji bo vê yekê çavdêriyeke xurt heye. Tu kes nikare vê çavderiyê nedîtî ve bê. Birêz Ocalan ji bo pêvajoya aştiyê û demokratîkbûna Tirkiyeyê çiqas dixebite diyar e. Ji ber vê yekê divê Akdogan sererastkirineke bike.”

KOBANÊ Û PÊVAJO JI HEV CUDA NÎN E

Buldan nirxandina “Rojava xeta me ya sor e, birêz Ocalan gelek caran ev anî ziman” kir û got ku pêvajoya çaraseriyê û Kobanê tu caran ji hev qut nakin û hete bê cudakirin tu caran wê pêvajoya çareseriyê pêşve neçe û di vê mijarê de divê hemû kes zelal be.

Buldan der barê mijara di bûyeran de berpirsyar dîtina Ocalan de jî ev tişt anî ziman: “Birêz Ocalan di pirsgirêka Kobanê de û di hemû bêyeran de ketiye dewreyê. Çareserî afirandiye û j ime re peyam şandiye. Me ev yek tenê ji raya giştîre ranegihand di hevdîtinên bi hikûmetê re hate kirin de jî gelek caran me ev anî ziman. Hemû kes baş dizane. Yalçin Akdogan baş dizane. Efkan Ala dizane, hemû kes dizane. Ji ber vê yekê di vê rewşê de birêz Ocalan nîqaşkirin û danenîqaşkirin nerast e û em vê yekê qebûl nakin.”

DI DESTPÊKA HEFTEYÊ HEYET BI HIKÛMETÊ RE HEVDÎTINÊ PÊK BÎNE

Buldan destnîşan kir ku ew ê di destpêka hefteyê de hewl bidin ku bi hikûmetê re hevdîtinan pêk bînin û di van hevdîtinan de dê mijarên sekreterya û lijneya şopandinê di demeke kin de pêk bê bigirin dest. Buldan got ku piştî hevdîtina bi hikûmetê de dê ji bo ku bi lez biçin giravê plansaziyê pêk bînin.