Biryara beraetê li Danîmarkayê bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin
Biryara beraetê li Danîmarkayê bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin
Biryara beraetê li Danîmarkayê bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin
Doz 10 welaparêzên Kurd ên li Danîmarkayê ku du sal berê hatibû vekirin danişîna wê ya dawî duh hat dîtin. Doza ku li Dadgeha Bajar a Kopenhagenê hat dîtin de der barê 10 girtiyên Kurd de ku bi hicneta piştgiriya aborî dane PKK’ê dihatin darizandin, biryara beratê hat dayîn. Serokê dadgehê Jens Stausbøll duh saet di 16:00’an de biryarname xwend û ji aliyê hemû endamên dadgehê ve hat qebûlkirin.
10 welatpêrêzên ku ji sala 2009’an heta sala 2012’an bi sûcdariya ku ji Roj TV ji bo PKK’ê 140 mîlyona Kronê Danîmarkayê berhev kirine dihatin sûcdarkirin. Di dozê de dozgeran guhdarkirina telefonan bi giranî wek delîl pêşkêş kir. Dozgeran beriya dozê çibûn Tirkiyeyê û delîlên pêwist berhevkiribûn û bi seferatxaneya Tirkiyeyê re ji nêz ve xebat meşandibûn.
Heyeta dadgehê di biyara hincetê de gotin ku di navbera salên 2009-2012’an de der barê têkiliya hebûna Roj TV û PKK’ê de biryarek tune û got di vê demê de berhevkirina alîkariya bo Roj TV sûc teşkîl nake.
BIRYAR BI KÊFXWEŞÎ HAT PÊŞWAZÎ KIRIN
Beriya dadgeh biryarê aşkera bike Kurd û dostên kurdan li ber dadgehê bûn. Kurdan biryar bi kêfxweşî pêşwazî kirin û 10 Kurd bi dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin. Çapemeniya Danîmarkayê jî doz ji nêz ve şopandin.
Berdevkê însiyatîfa piştevaniya Dozdaran Îngen Polîtîske Fanger Danmark, Annette Mork got ev doz ji bo Danîmarkayê gelek girîng bû û got dê Kurd pergala daraza Danîmarkayê sererast bikin.
Parlamenterê partiya Kesk-Sor a Danîmarkayê Chrîstiyan Julh jî got ji vir şûn de ji bo PKK ji lîsteya terorê bê derxistin dê bixebitin.