Bi hezaran Êzîdî li hember DAIŞ li qadan bûn

Bi hezaran Êzîdî li hember DAIŞ li qadan bûn

Bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember herêma Şengalê duh li gelek bajarên Ewropa bi hezaran Êzidiyên hatin cem hev xwepêşandan li dar xistin. Di axaftinên xwepêşandanan de, banga mudaxeleya lezgîn li hêzên navneteweyî hat kirin.

Çeteyên DAIŞ ku bi hêza teqwiye ya ji Mûsilê anîn careke din, dest bi êrîşa herêma Şengalê kirin, ji aliyê Êzidiyên Şengalê ve hat şermezarkirin. Êzidiyên li ser banga FKÊ derketin kolanan çeteyên DAIŞ şermezar kirin û ji bo hêzên navneteweyî xwedî li Şengalê derkevin bangawazî kirin.

LI HANNOVER Û VESEL ŞERMEZARKIRINA GIRSEYÎ

Li Hannover bi sedan kesên li ber stasyona trênê ya navendî kom bûn mîtîngek li dar xistin, çeteyên DAIŞ şermezar kirin. Partiya Çeo, MLPD û gelek sendîkayan ku piştgirî dan çalakiyê, çalakgeran bal kişandin ser komkujiyên çeteyên DAIŞ ên li Şengal û Kobanê.

Li bajarê Vesel jî bi organîzasyona Mala Êzidiyan bi dirûşmaya, “Em berxwedana Kobanê silav dikin, komkujiya Şengalê şermezar dikin” meşek hat lidarxistin. Mala Cem, Înîsiyatîfa Ermenî û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk jî piştgirî da meşê. Di meşa hat lidarxistin de çeteyên DAIŞ hatin şermezarkirin.

LI BERLÎN ÇALAKIYA NOBETÊ

Li paytext Berlînê jî duh bi şev mîtîngek hat lidarxistin. Kurdistanî piştî mîtîngê heta sibehê li Brandenburger Tor ji bo êrîşên çeteyên DAIŞ şermezar bikin nobet girtin.

Li Bîelefeld jî 500 kesên hatin gel hev êrîşên çeteyên DAIŞ şermezar kirin. Kesên li ber stasyona trenê ya Goch hatin gel êrîşên çeteyên DAIŞ şermezar kirin. Li Saarbrucken jî bi sedan kesên li ber stasyona trênê kom bûn êrîşên dijminê mirovatiyê çeteyên DAIŞ şermezar kirin.

.