Bi dehan girtiyên nexweşiya Korsakoff li bende berdanê ne
Bi dehan girtiyên nexweşiya Korsakoff li bende berdanê ne
Bi dehan girtiyên nexweşiya Korsakoff li bende berdanê ne
Li girtîgehên Tirkiyeyê ku îşkence û binpêkirina mafan gihiştiye asta herî jor, rewşa bi sedan girtiyên nexweş jî di nezelaliyê de ye. Di nava van girtiyan de, girtiyên ku piştî berxwdana rojiya mirinê ya li dijî girtîgehên Tîpa F, bi nexweşiya Wernîcke Korsakoff ketine hene. Yek ji van nexweşan Resul Kocaturk bû. Di çarçoveya 3’emîn pakêta darazê de divê demildest bihata berdan, lê niha li girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê têkoşîna jiyanê dide.
Di 19’ê Kanûna 2000’î de di bin navê ‘Vegera li jiyanê’ li 20 girtîgehan operasyona hevdem pêk hat û komkujî pêkhat. Piştî komkujiyê girtiyan li dijî girtîgehên Tîpa F dest bi grevên rojiya mirinê kirin û piştî vê gelek kes bi sendroka Wernîcke Korsakoff ketin. Yek ji van girtiya Resul Kocaturk bû. Kocaturk 17’ê Nîsana 2003’an de hat berdan. Lê Saziya Tipa Edlî ne li gorî sonda hîpokrat, li gorî konjoktora siyasî tevgeriya piştî 9 mehan yanî di 12’ê mijdara 2003’an de bi hinceta ku ev nexweşî dikare baş bibe hate girtin.
Resul Kocaturk di 1995’an bi hinceta endamê Partiya Şoreşger a Tirkiyeyê (TDP)ye hat girtinû cezayê muebetê lê hat birîn. Ceza ji aliyê 9’emîn Daîreya Cezaya Dadgeha Bilind ve hat teqezkirin. Di 28’ê îlona 1998’an de hat girtin û şandin girtîgeha Tîpa T ya Erzurumê. Piştî komkujiya li 20 girtîgehan ya di bin navê ‘Vegera li Jiyanê’ şandin girtîgeha Tîpa F ya Hejmar Yek a Tekîrdagê. Kocaturk jî yek ji girtîyên ku li dijî tecrîda li ser girtiyan ketibû gireva rojiya mirinê. Di vê grevê de 122 kesî jiyana xwe ji dest da û bi sedan girtî seqet man û Resul Kocaturk jî bi nexweşiya Wernîcke Korsakoff ket.
NE HÎPOKRAT, LI GORÎ KONJOKTORA SIYASÎ
Di encama zextên rayagiştî de wek gelek girtiyên Resul Kocaturk jî bi rapora Saziya Tîpa Edlî hat berdan. Kocaturk di 17’ê Nîsana 2003’an de hat berdan. Lê piştî 9 mehan heman 3’emîn Lijneya Îhtîsasê di 12’ê mijdara 2003’an de raporek din da û got ev nexweşiya Korsakoff dikare bê rehet bibe û got taloqkirina înfazan hewce nake. Li ser vê Kocaturk di 17’ê Adara 2004’an de dîsa birin Girtîgeha Tîpa F ya hejmar 1 a Tekîrdagê.
Parêzer Fazil Ahmet Tamer û Gulîzar Tuncer îtîrazê rapora tipa edlî kir û Lijneya Tipa Edlî di 8’ê îlona 2005’an de civiyan û der barê nexweşiya Kocaturk de gotin: “Ev nexweşî di çarçoveya Xala 16’emîn de nexweşiya her tim ya ku di xala 104.b a Makeqanûna TC’ê de ye, teşkîl nake.” Li ser vê bi piraniya dengên îtîrazê hat redkirin.
Ligel hewldan û şerha ku di nava wan de profesor jî hebûn, danîn jî fêde nekir. Kocaturk ji wê demê heta niha di girtîgehê de ye û gelek nexweşiyên wî rû dane. Ji 3’emîn Pakêta Darazê jî fêde negirt. Parêzer Fazil Ahmet Tamer û Gulîzar Tuncel di 12’ê sibata 2013’an de ji bo taloqkirina înfaza cezayê serî li Dozgeriya Înfaza Gîresunê dan û Dekantiya Fakulteya Tîpê ya Zanîngeha Teknîk a Karadenîzê got dikare tenê jiyana xwe ikame bike.
Parêzer Kocaturk, Gulîzar Tuncer,got di dema rojiya mirinê de di raporên ku Saziya Tipa Edlî dabûn de dihat gotin ku ev nexweşî, nexweşiyên mêjîne û ji ber vê nayê tedawîkirin û got: “Wê demê bi sedan girtî hatin berdan. Lê piştî demekê, polîtîaya lid ijî kesên tevli rojiya mirinê bûne, guherî û Saziya Tîpa Edlî êdî rapor neda û dadgeh û dozgeriyan jî biryarên xwe vekişand.
Hat hînbûn ku ligel Kocaturk, Mehmet Çelebî, Bekîr Şîmşek jî heman nexweşiyê dikişînin û girtîne.