Berxwedêrên Kobanê li Viyanayê hatin bîranîn

Berxwedêrên Kobanê li Viyanayê hatin bîranîn

Şervanên YPG, YPJ û MLKP’ê yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, li paytexta Awusturya Viyanayê hatin bîranîn.

Çalakiya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat, ji aliyê MLKP û YXK’ê ve hate lidarxistin. Piştî rêzgirtinê, bîranînên berxwedêrên Kobanê Arîn Mîrxan û û Paramaz Kizilbaş bi sînevîzyonê hatin nîşandan. Di axaftinên hatin kirin de, bal kişandin ser girîngiya berxwedana Kobanê û banga xurtkirina desteka ji bo Kobanê kirin.