‘Berxwedana PYD’ê polîtîka guhertine’
‘Berxwedana PYD’ê polîtîka guhertine’
‘Berxwedana PYD’ê polîtîka guhertine’
Li Parîsê li Zanîngeha VIII Vincennes-Saint Dennis semînereke bi mijara Kobanê pêk hat û banga alîkariya ji bo Kobanê hat kirin. Yekîtiya Xwendekarên Kurd ên Fransayê (UEKF), Federasyona Komeleyên Karkerên Demokratîk-Ciwan (DIDF-Jeunes) û Kolektîfa Xwendekarên Parîsê (Collectif Étudiant Universel Paris) bi mijara “Kobanê-Rojava-Kurdistan: Rewşa rojevî, projeya demokratîk û berxwedan’ semîner pêk anîn.
Di semînerê de pisporê dîrokê Deniz Uztopal, rojnameger Rozh Ahmad û li ser navê PYD’ê Dr, Salîh Kobanê axaftin kirin.
Denîz Uztopal axivî û diyar kir ku DAIŞ di 2003’an de piştî DYA ket Iraqê derketiye holê û bi vî awayî hêz qezenc kiriye û bi piştgiriya welatên herêmî hatiye vê rojê. Uztopal axaftina xwe wiha berdewam kir: “PYD'ya bi pêngavên bawer li dijî DAIŞ’ê têdikoşe gihiştiye serkefitinek mezin û PYD’ê DYA û Tirkiye ji bo ku polîtîkayên xwe biguhere xistiye zorê.”
KOBANÊ JI BO HERÊMÊ GIRÎNG E
Rozh Ahmad jî axivî û diyar kir ku di destê DaIŞ’ê de çekên ku DYA û welatên din hilberandine hene û çekên ku DAIŞ’ê ji Mûsilê desteser kirine li Kobanê bikaranîn û di pratîk û avabûna PYD’ê de bandora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek zêde ye.
Dr Salîh Kobanê jî diyar kir ku Kurd û Kobanê ji bo herêmê gelek girîng e û Kurd li herêmên ku cih digirin berevajî komên din e, bêyî hilweşandinê ji nû ve ava dike.