Bernard-Henri Lévy: Divê PKK ji lîsteyê bê derxistin

Bernard-Henri Lévy: Divê PKK ji lîsteyê bê derxistin

Fîlozof Bernard-Henrî Levy ku li Fransa û cîhanê nêrînên wî gelekî tên nîqaşkirin piştî gotara xwe ya ku di 13’ê Cotmehê de di rojnameyên Ewropa û Amerîkayê de hate weşandin a bi navê ‘Ji bo Kobanê banga dawî’, vê carê jî bi gotareke bi ser navê ‘PKK’ê ji lîsteya terorê derxin’ helwesta xwe diyar kir.

Bernard-Henrî Leyv ku bi nêzîkatî, helwest û gotinên xwe yên li dijî pirsgirêkên herêmî û navneteweyî her tim dibe mijara gotinê û rastî bertekan tê, di gotara xwe ya di kovara wêjeyî ya bi navê “La Règle du jeu” de xwest PKK ji lîsteya terorê bê derxistin.

Leyv di gotarê de armanca avakirina PKK’ê bi kurtasî bi bîr xist û îdîa kir ku PKK ji aliyê DYA û Yekîtiya Ewropayê ve bi "awayekî mafdar" ketiye lîsteya rêxistina terorê.

Leyv wiha got: “Lê di ser de gelek dem derbas bûye û ji ber sê- çar sedeman divê wisa neyê kirin. Statuya PKK’ê divê careke din li ber çavan bê derbaskirin. Ya yekem ev 15 sal e, dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat girtin û şûnde 4 caran agirbest îlan kir û şîdet red kir."

Fîlozofê Fransî got ku ya duyem girêdanbûneke PKK'ê ya marksîst-lenînîst heye û wiha got: “Ez dixwazim ku îro çareseriya pirsgirêka Kurd bi diyalog û şemayên konfederal bê çareserkirin. Ya  sêyemîn jî ev PKK ya nû YPG li Sûriyeyê li dijî DAIŞ’ê di eniya pêş de şer dike.”

Fîlozof da zanîn ku PYD cêwiyê PKK’ê ye û got wan 70 hezar Êzîdî ji komkujiya DAIŞ’ê rizgar kirine. Levy anî ziman ku tiştên tê serê rêxistinên din tê serê PKK’ê jî û mînaka IRA ya Îrlandayê, Irgun a Îsraîlê, komên Stern Lehî û ANC ya Afrîkayê nîşan dan. Levy got Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne Mandela ye û her wiha îdîa kir ku protestoyên Ocalan yên li dijî Yahudî û Ermeniyan hene û divê ji ezmûna demê re bê hiştin.

Levy gotina xwe wiha bi dawî kir: “Kurd li dijî şerê cîhadîzmê tifaqa me ya herî bi hêz e. PKK li Sûriyeyê pêşeng e. Ne tenê di berxwedana li dijî DAIŞ’ê de ji bo rakirina DAIŞ’ê jî pêşeng e. PKK êdî ne rêxistinek terorê ye. Rêxistineke li dijî terorîzmê ye. Ji ber vê PKK û partiyên girêdayî wê sibê divê wek operatorên aştiyê bên nasîn.”