Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Şandeya Îmraliyê piştî hevdîtina bi Rêber Apo re daxuyanî da

Şandeya Îmraliyê ya ku bi Rêber Apo re hevdîtin kir, wiha got: “Birêz Ocalan destnîşan kir ku ew li bendê ye ku xebata komîsyonê ya li meclisê berfireh be û bi rêbazeke berfirehker tevkariyeke girîng li aştî û demokrasiyê bike.”

ŞANDEYA ÎMRALIYÊ

Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), piştî hevdîtina bi Rêber Apo yê li Girtîgeha Îmraliyê re, daxuyanî da.  

Daxuyaniya nivîskî ya Şandeya Îmraliyê bi vî rengî ye:

“Ji çapemeniyê û raya giştî re,

Wekî Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, me di 25'ê Tîrmeha 2025'an de li Girtîgeha Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtineke sê saet û nîvan pêk anî.

Me têkildarî hevdştinên ku çend roj berê bi birêz Serokkomar, birêz Wezîrê Dadê û serokên partiyên siyasî re kirin, danûstendin kir.

Têkildarî merasîma îmhakirina çekan a di 11'ê Tîrmehê de hat lidarxistin, çavdêrî û bandorên merasîmê agahî hatin ragihandin. Birêz Ocalan jî, diyar kir ku awayê merasîmê, vîna hatiye nîşandan, bîr, bawerî û biryardariya hatiye nîşandan pir hêja ye.

Destnîşan kir ku ew li bendê ye ku xebata komîsyonê ya li meclisê berfireh be û bi rêbazeke berfirehker tevkariyeke girîng li aştî û demokrasiyê bike.

Silavên xwe ji gel û tevahiya derdorên civakî re şand.

Silav û rêz.

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê

26'ê Tîrmeha 2025'an."