Şandeya Îmraliyê bi Davûtoglû re civiya
Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê ya bi Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû re destpê kir.
Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê ya bi Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû re destpê kir.
Hevdîtina endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û Ozgur Erol ya bi Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû re destpê kir.
Hevdîtin li Navenda Giştî ya Partiya Gelecekê tê kirin. Şande ji aliyê Davûtoglû û yên pê re hat pêşwazîkirin.
Hevdîtin bi awayekî ji çapemeniyê re girtî didome. Tê payin piştî hevdîtinê daxuyanî bê dayîn.