50 roje alîkariya ji bo Rojava li Sêmalka tê astengkirin
50 roje alîkariya ji bo Rojava li Sêmalka tê astengkirin
50 roje alîkariya ji bo Rojava li Sêmalka tê astengkirin
Li ser sinorê Rojava û Başûrê Kurdistanê Sêmalka 50 roje alîkariya ku di nava gelê Başûrê Kurdistanê de hatî berhevkirin ji aliyê karbidestên PDK’ê ve destûr nayê dayîn derbas bibe.
Li gorî agahiyên malpera Sibeyî ji endamê Komîteya Koma Alîkariya ji bo Rojavayê Kurdistanê Şoreş Emîn wergirtî, wiha tê gotin: “ Ji 2’ê Tebaxê ve 75 ton alîkariya xwarinê ji aliyê koma alîkariyê ve şandine ser sinor ji bo bigihin Kurdên destê wan teng. Lê belê ta niha ew alîkarî li ser sinor hatine rawestandin.”
Emîn da diyar kirin ku, nêzî 50 roje alîkarî ji bo Rojava ji aliyê karbidestên PDK’ê ve tên asteng kirin û wiha pêde diçe: “ Ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve rê li me hatiye girtin. Em nikarîn alîkariyên ku me li Silêmaniyê komkirine bişînîn Rojavayê Kurdistanê.”
Şoreş di dawiya axaftina xwe de radigihîne ku, pêwîste aliyên din di derbarê wê yekê de xwe dî helwest bin û berpirsyartiya xirab bûna erzaq jî Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê û desthidariya PDK’ê ya li herêmê ye.