11 kesên wêneyên Ahmet Kaya vekirin hatin binçavkirin
11 kesên wêneyên Ahmet Kaya vekirin hatin binçavkirin
11 kesên wêneyên Ahmet Kaya vekirin hatin binçavkirin
11 ciwanên ku di konsera Sertaç Ortaç de posterên hunermendê Kurd Ahmet Kaya vekirin û Ortaç şermezar kirin, ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin.
Serdar Ortaçê ku di pîrozbahiyên 29'ê Cotmehê ya Şahiya Komarê de li Qada Cumhuriyetê ya li Manîsayê derket ser dikê, ji hêla guhdaran ve hat şermezarkirin. Di 10'ê Sibata 1999'an de gava di Şahiya Xelatên Komeleya Rojnamegerên Magazîn de, Ahmet Kaya diyar kir ku wî stranek bi kurdî çêkiriye û klîba wê kişandiye dê wê stranê bêje, Ortaçê bi dehan kesan ve sirûda '10.Yil Marşi' xwendibû û êrîşî Ahmet Kaya kiribû. Piştî vê hewldanê, Ortaç rastî gelek nerazîbûnan hatibû û hê jî hêrsa li dijî Ortaç berdewam dike. Piştî Ortaç pêr êvarê li Manîsayê derket ser dikê, beşdarên konserê posterên Ahmet Kaya vekirin û çetel, kevçî û kevir avêtin ser dikê, piştî vê nerazîbûnê Ortaç neçar ma ji ser dikê dakeve û bi maşîneya xwe derbasî otêla lê dima bû.
Di daxuyaniya ku ji hêla Ortaç ve hat dayîn de ev tişt hat îdiakirin: "Tişta ku hatiye kirin provokasyon e. Tu girêdana wê bi kurdan û Ahmet Kaya re tune. Tu têkiliya kurdan bi vê kirinê re tune, bi vê dixwazin Cejna Komarê sabote bikin." Ji hêla din ve hat ragihandin ku 11 kesên ku tê gotin posterên Ahmet Kaya vekirine, ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin.