Wesayîteke çeteyan hat rûxandin, 2 çete hatin kuştin
QSD'ê ragihand, li başûrojhilatê bajarokê Eyn Îsa wesayîteke çeteyên DAIŞ'ê ya doçka li ser bû hatiye rûxandin û 2 çete hatine kuştin.
QSD'ê ragihand, li başûrojhilatê bajarokê Eyn Îsa wesayîteke çeteyên DAIŞ'ê ya doçka li ser bû hatiye rûxandin û 2 çete hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) da xuyakirin, ku êvara 21'ê Gulanê saet di 19:10'an de balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî bombe li hin nuqteyên çeteyên DAIŞ'ê yên li başûrrojhilatê bajarokê Eyn Îsa barandine.
Hat ragihandin, di encama vê bomberdûmanê de wesayîteke çeteyan a çeka doçka li ser bû hatiye rûxandin. Hat gotin, di vê êrîşê de 2 çete hatine kuştin.
Di daxuyaniya QSD'e de hat ragihandin, çeteyên DAIŞ'ê heman şevê bi çekên giran êrîşî çeperên QSD'ê yên li gundê Ezawî yê li başûrê Şedadê kirine. Şervanên QSD'ê jî bi heman rengî bersiv dan êrîşê.