Taxên Şirnexê bi obusan tên bombekirin
Taxa Bahçelîevler a Şirnexê ji danê vê sibehê ve bi obusan tê bombekirin.
Taxa Bahçelîevler a Şirnexê ji danê vê sibehê ve bi obusan tê bombekirin.
Li taxên Cûmhûriyet, Îsmetpaşa û Gazîpaşa yên Şirnexê, gelek xanî danê vê sibehê ji aliyê çeteyên Qesrê ve bi teqemeniyan hatin xerakirin. Tank û panzer li cihên navbera van her sê taxan, xaniyan yek bi yek xera dikin.
Çeteyên Qesrê yên duh bi tankan li malên Yenîmahalleyê xistin, bi sedan xanî şewitandin. Ev xanî ji duh ve dişewitin.
Li taxên Aydinlikevler, Tekser û Vakifkentê, bi panzeran gule li gelek xaniyan hatin reşandin. Çeteyên Qesrê li deveran jî xaniyan xera dikin.
Li Taxa Bahçelîevlerê jî cih bi cih dengê çekan tê. Danê sibehê tax bi obusan ve tê bombebarankirin. Bomberdûmana li taxê didome.
Li bajêr û qadên bejahî jî liv û tevgera hewayî didome. Balafirên keşfê yên bêmirov temamiya şevê li ser bajêr geriyan û danê sibehê li Tûgaya Çakirsogut a Jendermeyan jî helîkopter rabûn.