Rojnamevan Avanaş di greva birçîbûnê de ye
Rojnamevan Gazal Avanaş a ji aliyê servîsa îstîxbaratê ya PDK'ê ve tê lêpirsîn, di greva birçîbûnê de ye.
Rojnamevan Gazal Avanaş a ji aliyê servîsa îstîxbaratê ya PDK'ê ve tê lêpirsîn, di greva birçîbûnê de ye.
Pêşkêşvana Stêrk TV rojnamevan Gazal Avanaş, ku bi navê Aysel Avesta tê naskirin, piştî ku di 19'ê Gulanê de ji aliyê Asayîşa Duhokê ve hat binçavkirin û duh radestî servîsa îstîxbaratê ya PDK'ê 'parastin' hat kirin, hat hînbûn ku dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Fermandarekî pêşmergeyan ê nexwest navê xwe eşkere bike, da zanîn ku Avanaş a duh radestî rêxistina îstîxbaratê ya PDK'ê hatiye kirin, dest bi greva birçîbûnê kiriye û ji ber ku destûr jê re nayê dayîn dermanê xwe bi kar bîne, rewşa wê ya tenduristiyê kêlî bi kêlî nebaş dibe.
Rojnamevan Avanaş a di 19'ê Gulanê de li ser rêya Laleşê li Duhokê hat binçavkirin, nayê zanî bê li ku tê ragirtin.