Radyoya Karacadag, bi biryara dozgeriyê hate bêdengkirin

Radyoya Karacadag a ku li Rihayê weşan dikir, bi biryara dozgeriyê hate bêdengkirin. 3 xebatkarên radyoyê hatin binçavkirin.

Lêgerîna di saetên sibehê ya li Radyoya Karacadagê bi dawî bû. Piştî serdegirtina bi biryara Serdozgerê Cûmhûriyeta Rihayê pêk hat, bi îdîaya ku radyoyê weşanên mîna “ Heqaret li Serokkomar kirin”, “Propagandakirina rêxistinê” û “Sûc û sûckar parastinê” hate girtin.

Polîsan di serdegirtina radyoyê de dest danîn ser hardên kompîteran, arşîva muzîkê, ji xebatkarên radyoyê Muslum Polat, Mizgîn Çay û Zozan Kolay binçav kirin.

Piştî serdegirtinê jî weşan hate sekinandin.