PKK’ê nasnameyên 2 gerîlayan eşkere kir
Komîteya Piştevaniya Bi Malbatên Şehîdan a PKK’ê, nasnameyên 2 gerîlayên ku di cih û demên cuda de jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.
Komîteya Piştevaniya Bi Malbatên Şehîdan a PKK’ê, nasnameyên 2 gerîlayên ku di cih û demên cuda de jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, Adîl Şendûr bi nasnav Malîk ê ji Sêrtê di 18'ê Sibata 1994'an de li Amedê, Tevfîk Şendûr bi nasnav Hamza jî di sala 1994'an de li Engîzek a Meletiyê jiyana xwe ji dest dan. PKK'ê ji malbatan sersaxî xwest.
Komîteya Piştevaniya Bi Malbatên Şehîdan a PKK’ê di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku PKK’ê weke partiya şehîdan navê xwe li dîrokê nivîsandiye û wiha dewam kir: "Bi şehîdê xwe heye, dîrok nivîsiye, di serîde ji bo gelê Kurdistanê û ji bo hemû gelên bindest siberoj ava kiriye. Ji ber vê yekê jî rastiya şehîdan ku hêza xuluqandinê ya têkoşînê ye, bi gotinên ‘pêşeroja me, paşeroja me’ pênase kiriye. Rêber APO bi gotina ‘şehîd di dilê min de birîna nayê pêçane’ ve pêwîstiya zindîgirtina bîranîna wan, ji siberojê re veguhestina hêviyên wan ên azadiyê û ji bo vê jî bi têkoşînê hûnandina her kêliyên jiyanê ji me xwestiye. Heqîqeta têkoşîna me ya çil salan mîsoger îfadeya vê ye.
Giyanê berxwedanê, bawerî, bibiryarbûn, coş, hêvî, kelecan, fedekariya şehîdên me, cewherê têkoşîna me ya azadiyê diyar kirine. Ew îfadeya afirênkarên hêviyê, çawayiya jinanek azad, rêhevaltiya rast, welatparêzî, îfadeya fedaîtiyê ne. Ew nirxên me ên nemir in.
Hevrêyên Malik û Hamza, berxwedêrên ku bi taybetiyên xwe yên wêrek derketin li pêş, ewladên leheng yên Sêrtê bûn. Li Edene ya ku girêdana xwe ya welatparêziyê xurt mezin bûne û bi nasîna germahiya têkoşînê tevlî nava refên Partiyê bûne. Di hemû têkoşîna wan de li gor şayanê welatparêziya Edeneyê û egîdiya wê tevgeriyane. Bi ruhê fedayî yê APOYÎ, di çeperên herî pêş ên şer de cih girtin. Di hemû jiyana wan a têkoşînê de hevalên Malîk û Hamza bi cesareta xwe li pêş bûn, di têkoşînê de kedeke mezin dane, weke hevalên fedekar di çiyayên Kurdistanê de di dilê gelê me de xwe bi cih kirine.
Ji Malbata welatparêz a ŞENDÛR ku bi girêdana nirxên têkoşînê ve tê naskirin re sersaxiyê dixwazin. Malbata me ya bi nirx ku wateya welatparêziyê, dilpakiyê, fedakartiyê û rûmetê herî baş dizanin, em bawer dikin ku bi awayekî herî serkeftî hûn ê vê êşa mezin jî pêşwazî bikin. Di şexsê ked, can, sê ewladên ku we dane dozê û rêhevalên me de em sozê didin ku çeka wan li erdê namîne.
NASNAMEYÊN GERÎLAYAN
Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne
Nasnav: Malîk
Nav û Paşnav: Adîl ŞENDÛR
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dayik – Bav: Hûrî - Saît
Cih û Dîroka Şehadetê: 18.02.1994 95 / Amed
Nasnav: Hamza
Nav û Paşnav: Tevfîk ŞENDÛR
Cihê Jidayikbûnê: Edene
Navê Dayik – Bav: Hûrî- Saît
Cih û Dîroka Şehadetê: 1994 / Engîzek Meletî