Operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin: 17 kes hatin binçavkirin

Li Dîlok, Riha, Sêrt û Amedê, di operasyonên qirkirina siyasî de 17 kes hatin binçavkirin.

AKP/Qesr tevî operasyonên xwe yên qirkirina fîzîkî, operasyonên qirkirina siyasî jî didomîne. Hevseroka DBP'ê ya Dîlokê Demet Paksoy jî di nav de 17 kes hatin binçavkirin.

Li Dîlokê û navçeya Bêrecûka Rihayê polîs û jendermeyan bi ser malan de girtin. Li Dîlokê serê sibehê polîsan bi ser malan Hevseroka DBP'a Dîlokê Demet Paksoy, rêveberê HDP'ê berê Rişvan Denîz, xwendekarên Zaningeha Dîlokê Hediye Şen û ê ku navê wî ne hat zanin paşnavî Yildiz hatin binçavkirin. Hat hîn bûn ku polîsan deriyê malan şikandin û li hundirê malan serûbino kirin.  4 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Dîlokê.

Li navçeya Bêrecûk a Rihayê jî jendermeyan serê sibehê di ser taxa Qubikê de girtin. Di encama serdegirtina malan de welatiyên bi navê Hacîm Şahîn, Sedat Şahîn, Emîne Şahîn, Kemal Şahîn, Adûl Şahîn, Azîz Şahîn ve Farûk Şahîn hatin binçavkirin. 7 kesên bi hinceta "Alîkarî dane rêxistinê" hatin biçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Bêrecûkê.

Li Sêrtê jî polîsan bi ser mala xwendekaran de girt. Polîsan di serdegirtina mala xwendekaran de 5 xwendekar bi hinceta "Der barê wan de biryara lêgerînê heye" binçav kirin. Xwendekarên Zanîngeha Sêrtê Aziz Baday, Adem Ozturk, Naime Kaplan, Candeniz Yavavlı û Hêlîn Gunay, binçav birin û birin midûriyeta polîsan a Sêrtê. Xwendekarên zanîngehê li ber edliyê kom bûn. 

Li Taxa Sanayî ya Navçeya Yenîşehîrê ya Amedê jî polîsan bi ser mala Mehdi Ezgin de girt û di serdegirtinê de Ezgin binçavkirin. Hat zanîn ku Ezgîn di êrîşa hêzên dewletê ya li navçeya Farqînê mala xwe bar kiribû û hatibû Amedê.