Li taxa Savaşê şopên terora dewletê
Esnafên taxa Savaşê zor û zehmetiyên xwe ji ANF'ê re vegotin û diyar kirin, tevî ku dikanên wan 6 meh in girtî ne jî, hînê bac li ser wan tê ferzkirin.
Esnafên taxa Savaşê zor û zehmetiyên xwe ji ANF'ê re vegotin û diyar kirin, tevî ku dikanên wan 6 meh in girtî ne jî, hînê bac li ser wan tê ferzkirin.
Li taxa Savaş a Sûrê, ku "qedexeya derketina derve" li ser rabûye, dorpêçî û êrîşên dewletê yên 6 mehan, bandorek giran li esnafan kir. Esnafên ku hem mal hem jî dikanên wan ji dest çûn, danê sibehê derabeyên dikanên xwe vedikin û hewl didin birînên xwe bipêçin.
Esnafên taxa Savaşê zor û zehmetiyên xwe ji ANF'ê re vegotin û diyar kirin, tevî ku dikanên wan 6 meh in girtî ne jî, hînê bac li ser wan tê ferzkirin.
Li taxa Savaşê, ku 14 kolanên wê li gel hatine vekirin, ev 173 roj in dikan girtî ne. Hemû dikanên li vê derê ji ber gulereşandina hêzên dewletê qulqulî bûne û welê lê hatine ku nema dikarin bên bikaranîn. Esnafên danê sibehê tên dikanên xwe vedikin, hewl didin birînên xwe bipêçin.
MAL JÎ NEMA, DIKAN JÎ!
Yek ji van dikandaran Mehmet Gezgîn e. Bavê 7 zarokan Gezgîn ê kel û melên elektrîkê difort û karê elektrîkê dike, hem mala wî ya li taxa Fatîhpaşa xera bû, hem jî dikana wî. Gezgîn diyar kir, bi qasî ku hesabên wê nikaribin bên kirin, zerar li wan bûye û anî ziman, ku piştî rakirina qedexeyê dema ew çû cihê mala xwe, dît ku mala wî lê nîne. Gezgîn got, "Mala min, tevî eşyayên tê de ji aliyê operatorên kepçeyê ve hatiye tinekirin. Xirbe jî li şûna xanî nemaye. 50 malên bi heman rengî ji şûna xwe hatine rakirin. Kolan bûye erdekî vala."
HÊZÊN EWLEKARIYÊ DIZÎ KIRINE
Gezgîn dikana xwe ya hundirê wê vala û xerabûyî nîşan da û diyar kir, hemû eşyayên di hundirê dikanê de, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine dizîn û talankirin. Gezgîn da xuyakirin, ku malzemeyên wî yên ji 8 mîlyarî hatine tinekirin, televîzyon hatine şikandin got, "Jiyana me ser û bin bû. Ev 6 meh in nikarim zarokên xwe bişînim dibistanê. Nikarim pere bişînim ji malbata xwe re. 7 xwişk-birayên min hene. Malên ti ji wan nemaye."
Gezgîn da xuyakirin, ku dewlet li şûna heqê zerara li wan kiriye bide, mal û dikana wî xesp kiriye û got, "Bi salan e ez bacê didim. Çi mafê te heye ku tu dikana min ji min bistîne? Eger ez welatiyê vî welatî me, wê demê wezîfeya te ye ku zerara li min bûye, tu çareser bike."
DIKAN GIRTÎ JÎ BE, BAC JÊ TÊ STENDIN!
Hayrî Seven ê li heman kolanê kafeya wî ya înternetê heye, da xuyakirin ku dikana wî 6 meh in girtî ye lê tevî vê yekê jî hînê bac lê tê ferzkirin. Seven got, "Tevî ku dikana min girtye jî, baca stopajê ji min tê xwestin. Binêrin li vir elektrîk nîne, herêma şer e, dikan naxebite, binesazî xera bûye, înternet nîne, lê fatûre ji min re tên. Dema ji bo zelalkirina rewşê ez çûm qeymeqamtiyê, berê min da postaxaneyê. Rayedarên postaxaneyê jî tevî ku bi mexdûriyeta me zanin gotin, 'divê hûn vî pereyî bidin'. Ev 6 meh in gelo ez kar dikim, ku vî pereyî bidim?" Seven da xuyakirin, ku ew ê vê fatûreyê nede.
Huseyîn Aras li ber dikana xwe ya penêr a li kolana Yogûtçûlar Pazari sekiniye. Aras ê ku 35 sal in esnafê taxê ye dibêje, "Ez nikarim zarokên xwe bişînim dibistanê. Pereyî ku karibin pê biçin jî nikarim bidim wan."
Aras got, "Ev 6 meh in zilm li me tê kirin. Mîna ku hilweşandina dikanên me têrê nekir, niha jî desteserkirina cih û warên me bûye bela li serê me." Aras destnîşan kir, ku çi dibe bila bibe ew ê heta dawiyê li mafê xwe bigere û nehêle kes li ser keda wan a bi salan rûnê.
Recep Akdenîz ji bo rewşa marketa wan a veguheriye xirbe bibîne, kurê xwe Mehmet Alî Akdenîz şandiye. Mehmet Alî got, "Bavê min 35 salan ked da vê derê. Tiştekî bêjim nîne. Dikan veguheriye çopê." Mehmet Alî nerazîbûn nîşanî biryara desteserkirina mal û milkên wan da.