Li Şirnexê berxwedan di roja 70. de ye
Li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk, berxwedana xwerêveberiyê ya li Şirnexê di roja 70. de ye. Şerê li bajêr dewam dike.
Li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk, berxwedana xwerêveberiyê ya li Şirnexê di roja 70. de ye. Şerê li bajêr dewam dike.
Li Şirnexê, duh bi şev bi maşînên zirxî gule li taxan hatin reşandin. Danê sibehê jî li derdora taxên Yenî, Aydinlikevler û Bahçelîevlerê, şerekî dijwar destpê kir.
Taxa Bahçelîevlerê tevî vê êrîşa giran, bi obusan tê bomebkirin. Li dora taxê şer dewam dike. Li ser şerê ku bi saetan e diqewime, agahiyeke zelal bi dest neket.
Taxeke din, ku danê sibehê dengê çekan jê hat, taxa Aydinlikevlerê ye. Piştî şerê li vê derê qewimî, dû bi ser gelek avahiyan ket.
Li taxên Gazîpaşa, Îsmetpaşa û Cûmhûriyetê jî, bi sedan xanî ji aliyê hêzên dewletê ve hatin şewitandin. Ji ber vê şewatê jî dû bi ser taxê ketiye.
Li qadên bejahî û navenda bajêr jî balafirên keşfê yên bêmirov û helîkopter her digerin.