BI DÎMEN

Li Nisêbînê şerekî dijwar diqewime

Li Nisêbînê ku ber xwedana gel di roja 71. de ye, di navbera hêzên dewleta Tirk û endamên YPS/YPS Jinê de şerekî dijwar diqewime.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, "qedexeya derketina derve" ya di 14'ê Adarê de hat ragihandin, di roja 71. de ye. Duh bi şev li taxên Abdulkadîrpaşa û Firatê, di navbera hêzên dewleta Tirk û endamên YPS/YPS Jinê de şerekî dijwar destpê kir û vî şerî heta danê sibehê dewam kir.

Li navçeyê bomberdûman û şerên giran heta serê sibehê dewam kir. Şerê li Nisêbînê hê bi giranî didome.