Li Dersîm û Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin

Li Dersîm û Edeneyê, di operasyonên qirkirina siyasî de gelek kes hatin binçavkirin.

Li Dersîm û Edeneyê, di operasyonên qirkirina siyasî de gelek kes hatin binçavkirin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên bi fermana AKP/Qesrê tên meşandin dewam dikin. Ji ber van operasyonan li Dersîm û Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin.

DERSÎM

Li navçeya Pêrtag a Dersîmê, hêzên dewleta Tirk avêtin ser gelek malan. Di serdegirtinan de tevî Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Kenan Makal gelek kes hatin binçavkirin. Serdegirtina li gundan dewam dike.

EDENE

Li navçeya Ceyhanê ya Edeneyê çeteyên Qesrê serê sibehê bi ser gelek malên li Taxên Belediyeevlerî, Kuçukkirim û Altıocakê de bi awayeke hemwext girtin. Piştî lêgerînê zarokên bi navê D.E., U.O. û A.K. û welatiyên bi navê Huseyîn Kaya, Hacî Baysal, Yusuf Baysal, Emrah Aydin, Omer Konuk, Cemal Tîmur, Mustafa Ozer û Muzaffer Bahadir hatin binçavkirin. 

11 kesên bi hinceta tevlî çalakiyên demokratîk ên li bajêr bûne hatine binçavkirin, birin Midûriyeta Polîsan a Ceyhanê.