Li derdora gundê Xişê şerên dijwar diqewimin
Di çarçoveya Pêngava Rizgarkirina Bakurê Reqayê de li derdora gundê Xişê yê 5 kîlometreyan dikeve başûrê Eyn Îsa, navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerên dijwar diqewimin.

Operasyona şervanên QSD’ê ya ji bo rizgarkirina bakurê Reqayê dewam dike, şer li derdora gundên Wasta, Fatse û Hedriyet Xelîs dijwar bûne. Balafirên şer jî li herêmê çeperên çeteyan bombe dikin.
Hat diyarkirin ku balafirên şer cara yekem e ku li herêmê çeperên çeteyan bombe dikin, têkildarî encamên şer û bomberdûmanê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Hat ragihandin ku şerên li derdora gundê Xişê berdewam dikin.